Prof. Raúl Delgado Wise: Ez piştgiriyê didim hewldana ji bo çareseriyê

Parve bike:

AMED - Prof. Raúl Delgado Wise ê meksîkayî diyar kir ku ew piştgiriyê dide hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. 

 
Piştgiriya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Profeserê meksîkayî Raúl Delgado Wise jî bi peyamekê piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand. 
 
Peyama Raúl Delgado Wise wiha ye: “Ez, endamekî kolektîfa ‘Llegó la hora de los pueblos’ (Dema Gelan Hat) me û min gelek caran piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd ragihand û nîşan da. Lewma jî ez bêyî şert û merc piştgiriyê didim lêgerîna çareseriyê ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya di meseleya Kurd de. Gelek rewşenbîrên navdar ên ji her çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin vê hewldanê. Di serdema me de dijminatiya li biyaniyan û nîjaperestî zêde bûye, krîzek heye. Lewma jî hewldanên bi vî rengî me keyfxweş dike û li gorî me ji bo dem û pêşerojeke baştir, pêwîstî bi van hewldanan heye.” 
 
RAÚL DELGADO WISE KÎ YE?
 
Raúl Delgado Wise, di 19’ê Adara 1950’an de li Meksîkayê ji dayik bû.  Pisporê koç û pêşketinê ye. Li Universidad Autónoma de Zacatecas’ê profesor û rêveberê Bernameya Doktorayê ya Xebatên Pêşketinê ye. Damezirîner û serokê Tora Koç û Pêşketinê ya Navneteweyî, hevrêveberê Tora Xebatên Pêşketina Krîtîk û edîtorê kovara Migración y Desarrollo’yê ye. Her wiha xwedî Kursiya Koç, Pêşketin û Mafên Mirovan a UNESCO’yê ye. Di mijarên weke koç, pêşketin û mafên mirovan de gelek pirtûk, gotar û xebatên wî yên konferansan hene.