RIHA - Meleyan diyar kir ku li Kobanê ya di bin dorpêçê de zilmekî mezin heye, ev yek ji hêla olî ve sûc e û banga vekirina Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kir.
Dorpêça li ser bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê di roja 18’an de didome. Li bajêr ne ceyran heye ne jî av. Her wiha HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ku bajêr dorpêç kirine, nahêlin pêwîstiyên weke xurek, sotemenî, cil û berg û hwd. derbasî bajêr bibin. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê xwest 25 TIR’ên alîkariyê ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê re derbasî Kobanê bike lê Tirkiyeyê asteng kir.
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) ji bo vekirina deriyê sînor û bidawîkirina dorpêça li ser Kobanê, duh li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de weaz hate xwedin û nimêja înê hate kirin. Di weaz de hate gotin ku Îslamiyet zilm û zextê qebûl nake.
Meleyan, diyar kir ku dorpêçkirina Kobanê û êrişên ser Rojava zilmekî mezin e û bang kirin ku Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê tavilê bê vekirin.
‘JI HÊLA OLÊ VE SÛC E’
Ji meleyan Abdullah Sagir, anî ziman ku dorpêçkirina Kobanê û astengkirina alîkariyan zilmekî mezin e û got: “Em bang li hikûmetên Tirkiye û Şamê dikin ku deriyên sînor vekin. Ev, zilmekî mezin e. Ji hêla olê ve ev sûc e. Heke kesek ji ber venekirina deriyê sînor jiyana xwe ji dest bide, ew jî ji wê mirinê berpirsyar in. Hûn jî dibin şirîkê vê mirinê. Xwedê dibêje; ‘Kî li ser rûyê erdê mirovekî bêsûc û bêguneh bikuje, weke hemû mirovahî kuştibe ye. Kî kesekî rizgar bike, wekî ku hemû mirovahî rizgar kiribe ye.’”
Sagir, bang li partiya îktîdarê jî kir û got: “Em ji hikûmeta Tirkiyeyê û partiya îktîdarê daxwaz dikin ku deriyê sînor tavilê bê vekirin. Bila mirov nemirin û hûn jî nebin şirîkên van mirinan. Heke hûn bibin şirîk, hem ev dinyaye hem jî axreta we dê ji destê we biçe.”
‘EM BIBIN YEK’
Mele Şerîf Çankaya jî diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Kobanê, zilmekî mezin tê kirin û wiha axivî: “Dorpêça li ser Kobanê me aciz dike. Divê em Kurd bi hev re bin. Em bibin yek û kesên rastî zilmê tên rizgar bikin.”
‘ÊDÎ BES E JI VÊ ZILMÊ RE’
Mele Mehmet Seyrî Can jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd bibe yek û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em alîkariya gelê xwe bikin. Wan zilm li Kurdan kir, heqaret lê kir. Li dijî vê, çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Êdî bes e ji vê zilmê re. Bila derî bê vekirin û alîkarî bigihije xelkê bajêr.”
MA / Dîren Yurtsever