Franziska Stier: Li Rojava ne tenê peyman, pêdivî bi çareseriyê heye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Giştî ya BastA'yê Franziska Stier ku di şandeya Swîsreyê ya çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt, got ku baweriya gel bi Şamê nayê û got: "Ne tenê peymanek, pêdivî bi çareseriyê heye."

 
Li çar aliyên Kurdistanê bi milyonan kes li dijî êrişên ser Rojava daketin qadan. Bi mezinbûna bertekan re êriş hatin sekinandin. Di 30’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de peymanek hate parvekirin. Piştî peymanê agirbest hate ragihandin û xebatên entegrasyonê dest pê kirin. Lêbelê dorpêça li ser Kobanê hêj didome. 
 
Şandeyeke swîsreyî ya ji 13 kesan pêk dihat ku tê de parastvanên mafan, siyasetmedar û hunermend hebûn, di 1’ê Sibatê de çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yek ji endamên şandeyê Sekretera Giştî ya Partiya BastA’yê Franziska Stier têkildarî rewşa li qadê ji ajansa me re axivî. 
 
ÇAVDÊRIYÊN LI ROJAVA
 
Franziska Stier, diyar kir ku ji ber pratîkên Şamê yên berê û binpêkirina agirbestan, baweriya li dijî Şamê pir kêm e û got: “Li herêmê gelek xetere hene. Ya herî girîng jî şaneyên DAIŞ’ê ne. Dibe ku ev şaneye ji nişka ve êriş bikin. Gel jî li dijî êrişên îxtîmalî taxên xwe diparêze. Xebatkarekî nexweşxaneyê ku me nas kir, li Reqayê peywirdar bû lê niha li Qamişloyê taxên xwe diparêze. Jiyana wan pir guherî. Dibêjin ku dê venegerin rewşa beriya 2014’an. Bi taybet jin dibêjin ku dê rejîmeke îslamperest qebûl nekin û azadiya xwe biparêzin.” 
 
Bi domdarî Franziska Stier destnîşan kir ku koçberên Efrîn û herêmên din jî ziyaret kirine û ev tişt anî ziman: “Li Qamişloyê em çûn serdana du dibistanan. Rewşa wan gelek xerab e. Xwarin nîne, derman nînin. Pêwîstiya wan bi her tiştekî heye. Neçar man ku di nava nîv saetê de malên xwe biterikînin. Lewma divê dewletên rojavayî alîkariyê bidin wan. Divê vegera wan a malê jî bê misogerkirin.” 
 
‘ŞERÊ DI NAVBERA DU ÎDEOLOJIYAN DE YE’
 
Franziska Stier, got ku bawerî bi hikûmeta demkî nayê û îşaret bi 620 milyon euroyên welatên rojavayî ji bo avakirina Sûriyeyê veqetandin. Franziska Stier, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku ev pereye ji bo êrişên ser Rojava û gel, baweriyên din jî bê bikaranîn. Ev şer, şerê di navbera du îdeolojiyan de ye. Li rexekî îdeolojiyeke xwe dispêre mafên jinan, wekhevî û ekolojiyê, li aliy3e din îdeolojiyeke xwe dispêre zextan heye.” 
 
'DEYNÊ DINYAYÊ HEYE’
 
Franziska Stier, bi bîr xist ku gelê Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de bedelên giran da û wiha axivî: “Dema bi wan re diaxiviyam, min jê pirsî ka dixwazin çi ji gelên ewropî re bibêjin. Her tim gotin; ‘Em dizanin mirov bi me re ne. 12 sal berê me bi hev re DAIŞ têk bir. Lê Kurdan ev tenê ji bo xwe nekir. Me ji bo mirovahiyê, ji bo dinyayê ev kir. Û ji bo me deyndar in. Me zarokên xwe, hevrê û hevalên xwe di vê têkoşînê de winda kir. Tu kesekî bi qasî me mirov winda nekir. Û niha em dibînin ku ev hikûmete, terorîstê DAIŞ’ê dikin serokê Sûriyeyê.’ Vê fêm nakin û ez jî fêm nakim.” 
 
‘PÊDIVÎ BI ÇARESERIYÊ HEYE’
 
Di berdewam a axaftina xwe de Franziska Stier çalakiyê ji bo Rojava bi bîr xist û got: “Kesên li vê derê dijîn, piştevaniya mirovan heq dikin. Di hefteyên derbasbûyî de me protestoyên mezin kir. Lê hikûmet xwe dûr digirin. Şandeya me ji bo ev rewş biguhere xebitî. Got ku peymana heyî destkeftiyek nîne lê windahiyek jî nîne. Di rewşa heyî de tişta herî baş a ku hikûmeta Rojava bikariya bike, ev bû. Pêşîlêgirtina mirinan pir pir girîng e. Lê di dawiya dawî de pêdivî ne bi peymanê, bi çareseriyê heye. Û em ji aştiyeke rast pir dûr in.” 
 
Franziska Stier, got ku dê di rojên pêş de metnekî parve bikin û vê rewşê bi partiyên siyasî yên welatên Ewropayê re nîqaş bikin.