‘Divê kesek nebêje her tişt bi dawî bû û têkoşîna ji bo Rojava nesekine’

Parve bike:

ÎZMÎR - Nûnerên çand, huner û ziman ên li Îzmîrê diyar kirin ku divê çalakiyên ji bo Rojava berdewam bikin û kesek nekeve nava nêrîna ku weke her tişt bi dawî bûye. 

Çalakiyên di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam ni. Li her çar aliyên cîhanê bi milyonan kes bi heftaye li qadan e. 
 
Nûnerê komeleyên çand û hunerê yên li Îzmîrê jî diyar kirin ku li dijî êrişan, ew bi Rêveberiya Xweser re ne. 
 
'DIVÊ KESEK NEBÊJE HER TIŞT BI DAWÎ BÛ’
 
Heserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygusuz, diyar kir ku ew dixwazin peymana di 30’ê Çileyê de hatiye ragihandin bi erênî encam bibe û got: “Gelê Kurd yekitiya xwe ava kir û li her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê dakete qadan. Hêzên serdest û herêmê neçar man ku li dijî vê berxwedanê paşvegavê biavêjin. Heke ne ji vê yekitî û hêzê bûya, dibe ku rewşên gelek xerabtir qewimîbûna. Divê Kurd nebêjin ‘peyman çêbû, her tişt bi dawî bû.’ Hewceye têkoşîn were mezinkirin.” 
 
'TEHEMÛLA PeRGALA DEMOKRATÎK NEKIRIN’ 
 
Hevserokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç jî anî ziman ku Kurd jî dixwazin mîna gelên din bi nasname û mafên xwe bijîn û got: “Mîna hemû gelên cîhanê em jî netewe ne, xwedî dîrok û heqîqeta civakê ne. Dixwazin vê bijîn. Dixwazin xwe bi zimanê xwe vebêjin. Êrişên ser Rojava, nîşaneya bêtehemûliya li dijî statuya Kurdan e. Li wir pergalekî demokratîk hebû ku jiyaneke komunal dihat avakirin. Civakeke azadiya jinê, ekolojîk, demokratîk dihat avakirin. Hêzên emperyal û nokerên wan ên herêmî tehemûla vê nekirin. Lewma qirkirin li Kurdan ferz kirin. Kurdan li dijî vê li ber xwe dan. Di dîrokê de cara ewil ewqas hev girtin. Jiyan parastin. Gelên cîhanê jî piştgirî dan.” 
 
‘DIVÊ ROJAVA WERE PARASTIN’
 
Ji Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Zeynel Bozkurt jî destnîşan kir ku bi êrişan re demokrasî hedef hatiye girtin û wiha îşaret bi peymana 30’ê Çileyê kir: “Hêvî dikim ku vê ji bo êrişeke li dijî gel bi kar neyînin. Hemû gel û baweriyên li Rojava xwe bi rehetî tînin ziman. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê jî xwedî li vê derkevin. Ev firsendek e. Divê ev firsend ji dest neyê dayin.” 
 
‘AŞTÎ DIVÊ JI ROJAVA CUDA NEYÊ DESTGIRTIN’ 
 
Ji rêveberên Komeleya Çand û Hunerê ya Azad Gursel Karaaslan jî got ku êrişeke li dijî tecrûbe û tevgera siyasî ye û ev tişt anî ziman: “Dixwazin gel bêalternatîf bihêlin. Lê li dijî vê berxwedaneke mezin hat raberkirin. Dîrok, her tim li cem berxwedêran cih digire. Avakirina pergalekî alternatîf zehmet e. Îcar heke ev pergal xwedî meclisên jinan û pirnasnametiyê esas bigire, êriş jî girantir dibe. Li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya Kurdan û jinan tecrûbeyeke siyasî ya nû tê ceribandin. Li dijî netewe dewletê, paradîgmayeke nû tê ceribandin. Rojava jî dilê vê bedenê ye. Heta ku ew dil lê bide, me bivê jî nevê jî çar dewlet ditirsin. Li dijî vê tevdîran digirin û dibin yek. Lewma divê em aştiyê, ji Rojava cuda negirin dest. Geşedanên li Rojava yekser bandorê li aştiyê dike. Bi hinek destkeftiyên li Rojava re li Tirkiyeyê jî hinek tiştek bêhtir hatin fêmkirin.”    
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.

HTŞ gundên Kobanê talan dike
HTŞ gundên Kobanê talan dike

Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.

Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe

Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan.

Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe
Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe

Welatiyên Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warê xwe hatibûn koçberkirin, piştî 8 salan vegeriyan ser xaka xwe.