Coşkûn: Êdî divê dewlet ji bo 'mafê hêviyê' mekanîzmayekê çêbike
WAN - Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn, bal kişand ser biryarên DMME'yê û diyar kir ku divê dewlet êdî mekanîzmaya pêwîst ji bo "mafê hêviyê" ava bike.
Di 3'yê Sibatê de, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de, careke din peyama ku divê biryara "mafê hêviyê" ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de were bicîhanîn da. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salih Coşkûn, destnîşan kir ku divê dewlet mekanîzmaya bicîhanîna "mafê hêviyê" çêbike û got: "Daxuyaniyên Bahçeli girîng in û divê rêziknameyên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de demildest bên çêkirin."
‘ÊDÎ DIVÊ RÊZIKNAMEYÊN QANÛNÎ BÊN ÇÊKIRIN'
Coşkûn bi bîr xist ku "mafê hêviyê" ji sala 2014'an vir ve di rojeva Tirkiyeyê de ye û got: "Ji dema ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di Cotmeha 2024'an de dest pê kir, 'Mafê hêviyê' bûye mijareke pir nîqaşkirî. Bi taybetî, Devlet Bahçelî ev mijar cara yekem di sala 2024'an de li Meclisê anî ziman û herî dawî roja Sêşemê ya borî dîsa anî ziman. Nirxandina mafê hêviyê di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de girîng e. Bi rastî, DMME ji Tirkiyeyê re dibêje, 'Mekanîzmayek biafirîne û gavên pêwîst bavêje da ku kes ji mafê hêviyê sûd wergirin.' Tirkiyeyê ji sala 2014'an vir ve mekanîzmayek wisa çênekiriye. Ev înîsiyatîfên dawî dê zemîna siyasî û civakî ji bo avakirina vê mekanîzmayê amade bikin; divê rêziknameyên qanûnî demildest bên çêkirin."
‘DIVÊ DEWLET MEKANÎZMAYA PÊWÎST AVA BIKE'
Coşkûn diyar kir ku ew girtina heta hetayê wekî îşkence dibînin û got ku divê dewlet mekanîzmaya pêwîst ji bo "mafê hêviyê" ava bike. Coşkûn got ku ew daxuyaniyên Bahçelî di vî warî de girîng dibîne û li bendê ne ku rêziknameyên qanûnî yên ku werin çêkirin dê ji bo hemû kesên ku cezayê girtina heta hetayê ya girankirî wergirtine, bi taybetî jî Abdullah Ocalan, rê li ber çareseriyê vekin.
‘DÊ RÊ LI BER BERDANÊ VEKE’
Coşkûn bal kişand ser hevoka "heta mirinê" ya ku di belgeyên cezayê de ji hêla hin dozgeran ve hatine amadekirin û diyar kir ku endamên rêxistinê yên ku cezayê wan cezayê muebbedê yê girankirî ye, ji ber astengiyên qanûnî yên heyî ji "mafê hêviyê" bêpar in. Coşkûn bi bîr xist ku biryarên DMME'yê armanc dikin ku van astengiyan ji holê rakin û diyar kir ku mekanîzmayek ku bê avakirin dê hem astengiyên qanûnî rake û hem jî rê li ber berdanên siyasî veke.
MA / Lutfu Pala