ROJEVA 7'Ê SIBATA 2026'A
* Amediyên ku li ser astengkirina kamyonên alîkariyê axivîn, xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinar tavilê bê vekirin ku alîkarî ji bo Kobanê were şandin.
* Li Çarşiya Penêrfiroşan a Sûr a Amedê, penêr ku di salên berê de bi bermîlan dihat firotin, niha bi xiraman tê firotin.
* Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn, bal kişand ser biryarên DMME'yê û diyar kir ku divê dewlet êdî mekanîzmaya pêwîst ji bo "mafê hêviyê" ava bike.
* Dadgeha Îstinafê, 3 sal û 4 meh cezayê ku li polîsê ku Şahîn Oner bi wesayîta zirxî kuştibû hatibû birîn "zêde" dît û xera kir.
* Dayikên Aştiyê anîn ziman ku gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê pêkanîna "mafê hêviyê" de tenê di gotinê de mane û gotin: "Kengî Rêberê me û girtiyên me yên siyasî azad bibin, em ê bawer bikin ku ew di aştiyê de samîmî ne."
* Sekretera Giştî ya BastA'yê Franziska Stier ku di şandeya Swîsreyê ya çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt, got ku baweriya gel bi Şamê nayê û got: "Ne tenê peymanek, pêdivî bi çareseriyê heye."
* Seydayan diyar kirin ku li ser Kobanê zilmekî mezin heye û ev li gorî olê jî sûc e û xwestin Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bê vekirin.
* Komeleya Ekolojiyê ya Wanê dê 1'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (11.00)
* Li Colemêrg, Êlih û Amedê dê çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin" bê lidarxistin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1089'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê çalakî bên lidarxistin. (13.30)