Haci Haykir, piştî 32 salan ji girtîgehê derket

Parve bike:
ŞIRNEX - Hacî Haykir ku di sala 1994'an de li Cîzîrê hatibû girtin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Bûrdûrê hat berdan.
 
Hacî Haykir ku piştî ku di sala 1994'an de li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Erziromê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê hat berdan. Haykir ku li girtîgehên Ordu, Trabzon, Amed, Midyad, Şirnex, Trakya, Erzirom û Sêrtê mabû, li ber Girtîgeha Bûrdûrê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Haykir ku diviyabû di 6'ê Hezîrana 2025'an de bihata berdan, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta ku beyana "bêalîbûnê" nedaye, berdana wî 8 mehan hatibû paşxistin. Haykir dê sibê li bajarê xwe Cîzirê, bê pêşwazîkirin.