30 ESP'iyên din jî hatin girtin

Parve bike:
 
 
STENBOL -Di operasyona siyasî ya li dijî ESP'ê de di roja duyemîn de 30 kes hat girtin û 16 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan. Di nava du rojan de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî jî di nav de bi giştî 77 kes hatin girtin.
 
Di 3'yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 96 kes binçav kiribûn. Ji 96 kesan 56 kes duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatibû kirin. Duh Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, rojnameger Pinar Gayip, Elîf Bayburt, Nadiye Gurbuz jî nav de 47 kes hatibûn girtin û 9 kes jî bi kontrola edlî hatibû berdan.
 
40 ESP'yî yên binçavkirî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Dozgeriyê îfadeya 40 kesan negirt û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Ji 40 kesan 24 kes hat girtin, 16 kes jî kontrola edlî hatin berdan. 6 kesên din ên bajarên cuda jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Bi giştî 6 kes bi rêya SEGBÎSê tev li dozê bûn. Her 6 jî hatin girtin.
 
Di roja duyemîn de 30 kes hat girtin, 16kes jî bi kontrola edlî hatin berdan. Bi vê hejmarê re bi giştî 77 kes hatin girtin.