Di rapora perwerdehiya erdhejê de perwerdehiya bi zimanê dayikê
NAVENDA NÛÇEYAN - Egîtîm Senê, diyar kir ku tevî 3 sal derbasbûne hêj perwerde di avahiyên xesardîtî de û li konteyneran de didomin û pirsgirêk çareser nebûne.
Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Tirk a Semsûrê û Şaxa Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê (SES) ya Semsûrê, Sendîkaya Karkerên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egitim- Sen) a Semsûrê di avahiya KESK a Semsûrê de raporên xwe yên 3’yemîn ên salvegera erdhejê ya Semsûrê aşkera kirin. Di serî de rapora 3 salan a erdhejê ya tenduristiyê hat aşkera kirin.
Rapora 3 salan a erdhejê ya tenduristiyê ji aliyê Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Ayşegul Ateş Tarlan ve hat aşkerakirin. Ayşegul Ateş Tarlan di raporê de bal kişand ser kêmasiya sazî û amurên tenduristiyê û wiha got: “Li Semsûrê nexweşxaneyên dewletê, AMATEM, KETEM û Fakulteyên TIP’ê nikarin pediviyên tenduristiyê ya welatiyan dabîn bikin.”
Piştrê Egitîm-Senê rapora perwerdehiyê ya 3 salên erdhejê aşkera kir. Serokê Egitim Sena Semsûrê Kemal Irmak xwend. Kemal Irmak anî ziman ku tevî 3 sal derbas bûnê jî pirsgirêkên perwerdehiyê li Semsûrê çareser nebûne û got ku divê ji xwendekarên ku di konteyneran de dijîn re piştgiriya derûnî jî bê kirin û mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya xwendekaran were pêkanîn.”
EDENE
Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê jî rapora der heqê persgirêkên perwerdehiyê ya 3 salên piştî erdhejê aşkera kir. Rapor ji aliyê endama Lijneya Rêveber a Şaxa Egîtîm Senê Ozlem Tolu ve hate xwendin. Ozlem Tolu, diyar kir k udi erdhejê de li 11 bajaran 4 milyon xwendekar û 200 hezar mamoste bandor bûne.
HATAY
Şaxa Egîtîm Sen a Îskenderûnê, li Parka Saglikli Yaşamê daxuyanî da. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Erdal Karkuş qurbaniyên erdhejê bibîr anî û got: “Ne erdhej, xemserî mirovan dikuje. Divê ji berpirsiyaran hesab were pirsîn.”