‘Rewşa di erdhejê de derket holê encama rantparêziyê ye’

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - KESK'ê li gelek bajaran qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bibîr anî. Di bibîranîn de hate destnîşankirin ku rewşa di erdhejan derketiye holê encama bêcezabûn û rantparêziyê ye.
 
DÊRSIM
 
Platformên Şaxên KESK’ê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê Îlhan Oner di daxuyaniyê de ev tişt got: “Li Dersim û derdora wê xetereya erdhejê heye lêbelê amadekarî û tevdîr qels in. Budçeyekî ku ji bo xetereya erdhejê nayê veqetandin, tenê bi hilweşandina avahiyên cemaweriyê ve sînordar dimînin.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî ev tişt got: “Li vê erdnîgariyê ji ber hişmendiya desthilatparêz di polîtîkayên yekparêz de israr dike gelek êş hatine kişandin. 3 sal derbas bûn hêj birîn nehatiye dermankirin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li Parka Yilmaz Guney bi daxuyaniyekî ve qurbaniyên erdhejê bibîr anî.
 
Daxuyanî ji aliyê Sekreterê TMMOB a Êlihê Şahîn Bavlî ve hate xwendin. Bavlî, diyar kir ku ev ne karesatek xwezayî bû paşguhkirinek sîstematîk bû ev tişt got: “Ev rewş; encama pergala rantparêzî, bêcezatiyê ye.”
 
Li Amedê 411 qurbaniyên erdhejê bi munasebeta 3’yemîn salvegra erdhejê, li ser gora wan a li Goristana Yenîkoyê hatin bibîranîn.