Ji bo Kobanê li qadê limêja Înê hate kirin

Parve bike:

RIHA - MÎA-FED’ê ji bo balê bikşîne ser dorpêça ser Kobanê li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê limêja Înê kir.  

 
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li dijî krîza mirovî û dorpêça li ser Kobanê li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûs a Rihayê limêja Înê kir. Piştî limêjê Mele Abdullah Sagir, weaz da civatê.
 
BAL KIŞANDIN SER DORPÊÇA KOBANÊ
 
Di weazan de bal hate kişandin ser dorpêça Kobanê û hate diyarkirin ku kesên li hemberî zilmê bêdeng be ew jî şirîkê sûc e. Di berdewama weazê de hate destnîşankirin ku divê tavilê Deriyê Murşîtpinarê yê Sînor bê vekirin û hedîsên Hz. Muhemmed ên li dijî zilmê hatin xwendin.
 
Piştê weazan limêj hate kirin û daxuyanî hate dayîn. 
 
LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN
 
Mele Abdullah Sagir di daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev banga me ye ji bo hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê; deriyê sînor vekin. Ger li wir mirov ji ber tîbûn û birçîbûnê bimirin hûn şirîkê wê qetlîamê ne. Tavilê derî vekirin. Gelê me li her derê aştiyê dixwaze. Hatine pêxemberan jî ji bo vê yekê ye. Pêxember ji bo li dijî zilmê derkevin hatine. Ev banga me ye ji bo cîhanê. Li dijî zilmê bêdeng nemînin.”
 
Piştî daxuyaniyê mela, serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê kirin.