Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be

img

WAN - Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên zema li ser kêmitîn mûçeyê gotin divê herî kêm 50 hezar TL be.

Dema ku ber bi nêzî dawiya salê dibe, pirsa ku milyonan kes li benda bersiva wê ne: "Kêmtirîn mûçe wê çend be?" Îsal, sendîkayên ku nûneriya karkeran dikin, ragihandin ku ew ê di Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyî de cih negirin, zem wê çawa bê destnîşankirin û dê zemê çend be tê meraqkirin. Welatiyên Wanê gotin, kirêya xaniyan ji kêmtirîn mûçeya heyî zêdetir e û nikarin debara xwe bikin û diyar kirin ku divê kêmtirîn mûçe herî kêm 50 hezar TL be.
 
Fatih Gungor diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê xirab e, kêmtirîn mûçeya îsal têr nekir û zema ku sala bê jî diyar e û dîsa dê têr neke û ev tişt got: “Gelek şîrketên saziyên taybet ji kêmtirîn mûçeyî zêdetir didin. Vê carê jî kesên li saziyên dewletê dixebitin, di saziyên taybet de têne çewisandin. Ji ber vê yekê mirov di jiyana kar de zehmetiyê dikişînin. Her çendî karekî bibîne û bixebite jî, mixabin mûçeya wa têra tiştekî nake. Ger em kirêya xanî û fatûreyan bihejmêrin, debara malê ji 50 hezar TL’î dest pê dike. Kêmtirîn mûçeya îsal divê herî kêm di navbera 70-80 hezarî de be. heke 100 hezarî derbas bike, dê mirov bi rihetî karibin debara xwe bikin . Em ne welatekî ji şer derketî ne. Mînak, em ne Ûkrayna, ne Efxanistan in. Çavkaniyên me yên binerdî hene û gelek dewlemendiya me heye. Ger me çavkaniyên xwe bi awayekî rast xerc bikira, îro em di vê rewşê de nedibûn.”
 
'MESREFÊN MITBAXÊ KÊMTIRÎN MÛÇEYÎ DERBAS DIKIN'
 
Nesîm Elkaya diyar kir ku hêza kirînê kêm e û kesê ku kêmtirîn mûçeyî digire, nikare debara xwe bike û wiha got: “Ji bo ku malek debara xwe bike, divê herî kêm sê kes bixebitin. Mirov bi salan e di nava tengasiyên aborî de dijîn. Em nikarin tu berhevkirinê bikin. Mesrefên mitbaxê kêmtirîn mûçeyî derbas dike. Heke îro kêmtirîn mûçe di bin 50 hezar TL’î de be, dîsa kêm e. Kesên ku di bin vê mûçeyê de digirin, nikarin tiştekî bikin û bijîn.”
 
BI PIŞTGIRIYA ZAROKAN VE DEBARA XWE DIKE
 
Sezer Akçan anî ziman ku ji ber sedemên aboriyê nikare kelûpelên ku dixwaze bikire û got: “Divê sala bê herî kêm du qat zem li ser mûçeya heyî bê kirin. Mirov ev çend sal in nikarin debara xwe bikin. Heke sala bê zemeke baş neyê kirin, mirov dê zêdetir mexdûr bibin. Li Wanê jixwe derfetên kar gelek sînordar in. Em nexebitin nabe, em bixebitin jî li bajarê me derfetên kar tunene, ji ber vê yekê em derdikevin dervayî bajêr. Em bi mehan li wir dimînin û nayên.”
 
DAXWAZA ZÊDEKIRINEKE KU KIRÊ PÊ WERE DAYÎN
 
Kadriye Alici wiha axivî: “Mûçeya min 11 hezar TL ye û ger zarokên min piştgiriyê nedin min, ez ê nikaribim debara xwe bikim. Her du keçên min mezûn bûne û ev 5 sal in li benda tayînkirinê ne. Ew jî ketine karekî demkî û piştgiriyê didin min. Heke ew piştgiriyê nedin min, ez ê bi mûçeya xwe nikaribim kirêya xwe jî bidim. Hêvî dikim ku mûçeya min ew qas zêde bibe ku ez karibim kirêya xwe bidim.”
 
Vehmî Demîr jî got: “Divê êdî mirov karibin debara xwe bi kêmtirîn mûçeyê ve bikin. Divê kêmtirîn mûçe herî kêm bibe 40 hezar TL. Ji ber ku niha kirêya malekî herî kêm 20 hezar TL ye. Divê aborî tavilê bê verastkirin û ev jî tenê bi guhertina hikumetê dikare bê kirin.”

Sernavên din

20/11/2025
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin