WAN - Meclisa Ekolojiyê ya Wanê bi deklarasyonekê avabûna xwe ragihand. Di deklarasyona hat weşandin de hat gotin, "Tovê aştiyê yê ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve li Tirkiyeyê tê çandin, hêviyek e ku bi xwezayê re bigihêje aştî û aştiya cîhanê."
Civîna ku li Navenda Çandê ya Bêrîvan a Şaredariya Armûşê pêk hat, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, endamên Koordînasyona Saziyên Demokratîk, nûnerên saziyên civakî, oldar û gelek kes amade bûn.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Muhyettîn Aksîn ku axaftina vekirinê kir diyar kir ku armanca wan ewe ku ekolojiya aştiyê ava bikin Piştre Hanîfe Guzel danezana damezrandinê ya meclîsê xwend.
'OCALAN TOVÊ AŞTIYÊ ÇAND'
Hanîfe Guzel diyar dike ku meclis bi vîzyoneke ku navenda wê modernîteya demokratîk e, xweza, komunalîzm û rizgariya jinê ye ji dayik bûye û wiha got: "Em bawerin aştî destpêkek e ku ne tenê li bajarên me, li tevahiya cîhanê jiyanê hembêz dike. Tovê aştiyê yê ku Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê çandiye, hêviyek e ku heta aştî û aştiya cîhanê bi xwezayê re dirêj dibe; Hezar silav ji her hevrêyeke ku vê hêviyê bi hezkirinê xwedî dike! Modernîteya demokratîk xwezayê ne weke metayekê, lê weke dilê jiyanê dibîne. Ew hînî me dike ku em bêhna xwe di sîwana darekê de bigirin, di nava çemekî de aramiyê bibînin û azadiyê li ser baskên çûkan hîs bikin. Lê belê kapîtalîzma piştî modern, vê evînê têk dibe. Dinyaya me ku her sal zêdetir germ dibe, bi derbên giran ên germahiya global hejiyaye: daristan di nav agirê de hatine girtin, çem ji ziwabûnê vediguherin çolan, heywan bê hêlîn mane, lehî malên me dadiqurtîne. Modernîteya kapîtalîst qadên me yên jiyanê vediguherîne qada mêtîngeriyê; erd, av û hewayê talan dike. Dîsa jî ev dinya tekane mala me ye. Di nava vê sîstema rojê de maleke me ya din nîne. Ax, av û hewaya bi hezkirin hembêz kirin, parastina jiyanê ye."
BI PEŞENGIYA JINAN
Hanîfe Guzel bal kişan ku zîrektiya diyalektîk a jinê vê evînê ji nû ve zindî dike û got, "Jin hişmendî ye ku bi hezkirin tovê diavêjin erdê û bi sebir xwedî dikin. Di pêşengtiya wan de divê zilam û ciwan di vê têkoşînê de mil bi mil rawestin; divê ruhê komunal ê modernîteya demokratîk hembêz bikin û bi hezkirinê nêzî xwezayê bibin. Em Şoreşa Konfederal a Rojava li Sûriyeyê weke şoreşeke ku bi hezkirina anîmîst bi xwezayê ve girêdayî ye, ax û av pîroz dibînin silav dikin. Rojava îspat dike ku jiyaneke bi hev re ya bi xweza û hevgirtinê pêkan e; Hevrêyên me yên li wê derê bi hezkirin û bêhnfirehiyê îlhamê didin me."
'EM JIYAN Û XWEZAYÊ DIPARÊZIN'
Hanîfe Guzel wiha dewam kir: "Meclisên Bajarê Ekolojiyê baxçeyên hêviyê ne ku bi hezkirinê şîn dibin. Bi pirkirina li her bajarî re wê hezkirina ji xwezayê û hişmendiya ekolojîk bi pêş bixin; wê li dijî civaka mezaxtinê jiyaneke xwecihî, domdar û komunal biparêzin. Her hevrêyeke/î şoreşger ê ji modernîteya demokratîk bawer dike, divê bi berpirsyarî rabe tevlî van meclisan bibe û vê hezkirinê mezin bike. Li dijî hilweşîna kapîtalîzma post modern, em bi hezkirinê bibin yek; jin, mêr û ciwan em bi hev re li ber xwe bidin ku xweza û jiyanê biparêzin. Aştiya cîhanê bi aştiyê re bi xwezayê re şîn dibe."
'KURDISTAN VEGUHERIYE QADEKE EKO-WÊRANÊ'
Piştî Hanîfe Guzel Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal peyivî û got, "Erdnîgariya Kurdistanê veguheriye qada eko-wêranê. Têkoşîna ekolojîk bi salan e didome. Ji wê rojê ve zîhniyeta desthilatdariyê polîtîkayên xwe bi tinekirina qadên xwezayî ji bo komek ji komên sermayedar pêk tîne û van herêman ji wan re aloz dike. Di rastiyê de divê cih û xwezayê ji van têkiliyên serdestiyê ji nû ve bên paqijkirin û hevsengiya ekolojîk ji nû ve bê avakirin. Li dijî vê zîhniyeta serdestiyê ya ku modernîte dixwaze pêk bîne, em ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin. Ji bo me esas e ku em pê bidin naskirin ku ewlekirina guherîn û veguherîna civakî şertê bingehîn e."
Piştî axaftinan avakirina meclisê hat ragihandin û hilbijartina komîsyonan pêk hat.