Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne

  • rojane
  • 15:54 19 Tîrmeh 2025
  • |
img
DÊRSIM - Kadriye Dogan di "Komxebata Dayikan" a ji aliyê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ve hat organîzekirin de axivî û destnîşan kir ku jin û dayikên Elewî li paş hatine hiştin û got, "Dayik hilgirê heqîqetê ne." 
 
"Komxebata Dayikan" a ji aliyê Meclisa Jinê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) ve bi dirûşma "Rastî Rêya Dayikê ye" tê lidarxistin, destpê kir û wê du rojan dewam bike. Di komxebata li Gundê Marçîk a girêdayî Dersimê pêk hat de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û her wiha gelek jin amade bûn. 
 
Li cihê çalakiyê pankartên, "Xwedî li rê yê dayik, sir a wê ye" û "Ji Anahîta heta Dayik Fatma, ji Zarîfe heta Sakîneyan rastiya jinê heye. Ev dîrok ya me ye." 
 
HILGIRÊN HEQÎQETÊ DAYIK IN 
 
Di axaftina vekirinê de Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan axivî û wiha got: "Em bi dengê ava Dêrsîmê, sîwana dayikan, bîhna axê û germahiya rojê hatin cem hev." Kadriye Dogan bi bîr xist ku ji mêj ve ye dengê jin û dayikên Elewî tên û got, "Dengê dil dayê ye" û destnîşan kir ku dayik barkêşên rastiyê ne. 
 
Kadriye Dogan diyar kir ku wan komareke sedsalî li dû xwe hiştine û wiha got: "Vê komarê rengên me tune kir, baweriyên me qedexe kir. Lê elevîtî tevî hemû qedexeyan jî hebûna xwe didomîne. Hêza baweriya me ev e. Em baweriya xwe li her derê zindî bihêlin."
 
DI BAWERIYA ELEWIYAN DE CIHÊ JINAN 
 
Di rûniştina yekemîn de ku moderatoriya wê Hûlya Bozkûrt kir, Edîbe Şahîn a ji Kureyşan Ocakê li ser mijara "Raa/Rêya Heq: Cihê jinê di baweriya Elewiyan de" axivî. Wê cewhera baweriya Elewîtiyê, zimanê wê, cihê jinê û veguherîna wê ya dîrokî vegot. 
 
Edibe Şahîn wiha got: "Em di asîmilasyonên ewçend dirêj re derbas bûn ku em êdî nikarin bi zimanê xwe yê dayikê jî hev fêm bikin. Eger em îro li ser baweriya li Dêrsimê nîqaşan dikin, xwezî me bi karîbûna bi temamî bi zimanê xwe yê dayikê bikira. Lê belê hem zaliman hem jî zîhniyeta baviksalariyê ev ziman û bawerî asîmîle kirine."
 
RÊGEZA RIZAYÊ 
 
Edîbe Şahîn bal kişand ser xalên şikestinê yên dîrokî yên baweriya Elewîtiyê bi bîr dixe ku serdema 12'ê Îlonê ji bo baweriya Elewiyan travmayeke mezin e û wiha got: "Di sala 1938'an de keçên me birin, di 12'ê Îlonê de jî kurên me birin. Hemû li Îmam Hatîp (medreseyên olî) hatin asîmîlekirin. Ji rê û rêbaza rêveçûna cenazeyên me heta windakirina zimanê me, gelek pirsgirêkên me ji van polîtîkayan derdikevin." 
 
Edîbe Şahîn destnîşan kir ku prensîba lihevkirinê bingeha baweriya Elewîtiyê ava dike û got, "Li civakeke ku her kes bi hev re têkildar e, edalet û wijdan bi awayekî xwezayî derdikeve holê."
 
'YA KU JIYANÊ DIDE DAYIK E' 
 
Ana Fîdan Yildiz diyar kir ku ew hatine ser axa rastiyê û wiha got: "Ev rê wê ji dest neçe, wê bi pêş ve biçe. Ev rê wê bi avaniya jinê ji nû ve were avakirin. Em jin, em ê vê rêyê bi teşe bikin. Em di dilê xwe de ne, em li malên xwe yên pîroz in. Ya ku dide jiyîn dayik e."  
 
Dayika Ocaxa Seyît Derwêş Cemal Cevahîr Altunok jî got, "Divê em gundên xwe bi xwe ava bikin. Werin em vê baweriya kevnar bi hembêzkirinê biparêzin." Ana Menşure Dogan got, "Em ji zarokên xwe bi şens in. Em bi şens in ku şahidî ji rîtuelên kalên xwe re dikin. Lê belê zarokên me nikarin bibin şahidê van rîtuelan. Rêya me rêya xweşik e. Rêya aştî, biratî û hezkirinê ye."
 
RÊYA HEQÎQETÊ BI DESTÊ JINAN TÊ MEŞADIN 
 
Ji Ocaxa Baba Mansûr Dayik Elîf Hurustanê wiha got: "Dema sibehan dayik hişyar bûn, ji bo cîhan, gerdûn û dawiyê ji bo malbata xwe dua dikirin. Niha weke dayik bi hev re em rûyê xwe bizivirînin hemû serdanên xwe. Em bi zarokên xwe re di vê rêya heqîqetê de bimeşin. Ev rê ji aliyê jinan ve tê meşadin. Rêya me rêya heqîqetê ye, rêya Dayika Fatma ye. Lê niha her kes behsa kal û pîran dike. Kes qala dayikan nake. Bi vî awayî ava bûye ku li dora mêran dizîvire. Lê ev rê ji aliyê jinan ve tê meşadin. Naxwe em ê winda bibin. Êdî bes e; bila aştî û biratî hebe Em jin ne şer lê aştiyê dixwazin.'' 
 
Bername bi gotinan (deyîş) berdewam kir.

Sernavên din

19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin