Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e

  • rojane
  • 13:08 24 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak got: “Ji Filistînê heta gelê kurd, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, divê li her erdnîgariyê em ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyartiya me tevan e.” 

Civîna Lijneya Rêveber û Konseya Hevpar a Teşkîlata Rojhilata Navîn û Herêma Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) li hotêlekê Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Civîn di roja duyemîn de didome. Civîn, bi mijara “Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê” li hotêleke Amedê didome. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA’yê Mehmet Duman, nêzî 30 şaredarên neteweyî û navneteweyî, hevşaredar û rêveber tev li bûn. Di rûniştina ewil de Şaredarê Nablus a Filistînê Husam Shakhshir û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivîn. 
 
'HUNDIRÊ MALÊN ME TÊN BOMBEBARANKIRIN’ 
 
Şaredarê Nablusê Husam Shakhshir diyar kir ku Îsraîl di ketina bajar de serwer e lewma filistînî nikarin mafê xwe yê geştê bi kar bînin. Shakhshîr, diyar kir ku ev rewş rê li ber digire ku xizmet were kirin û wiha got: “Ji ber vê rewşê em nikarin xizmetê bikin. Her roj êrişên leşkerî tên kirin û girtin hene. Hundirê malên me tên bombebarankirin. Li derdora me derdora 7 jîngeh hene û em rastî êrişên cihûyên nîjadperest tên. Li gorî peymanên navneteweyî, Îsraîl dagirker e. Cihûyên nîjadperest qadên xwe binpê dikin û darên me yên zeytûnan dişewitînin. Tevî vê jî em xizmetê dikin. Tevî ku hemû xizmetên şaredariyê hatine betalkirin jî em xebatên xwe didomînin. Em pêş dixin, berfireh dikin, rengîn dikin û hewl didin li gorî derfetên xwe dibistanan ava bikin. Her wiha em girîngiyê didin wekheviya zayendê. Em piştgiriyê didin xebatên aboriyê yên jinan.” 
 
'PÊDIVÎ BI AVAKIRINA AŞTIYÊ HEYE’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got ku ew hêvî dikin demek beriya demekî aştî bê Rojhilata Navîn. Bucak, wiha domand: “Ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aştiya Rojhilata Navîn heye. Amed ne tenê bi dîroka xwe, ji hêla siyasî ve jî xwedî tecrûbeyeke mezin e. Divê guh bidin dengê xelkê Amedê. Dema hûn li kolanên Amedê digerin, dê bibînin ku daxwaza aştiyê, pêkvejiyanê û avakirina jiyaneke nû heye. Divê em rêveberiyên herêmî jî guh bidin vê daxwazê û aştiyê ji herêman ve ava bikin.”
 
‘BEDELA QIRKIRINÊ XELKÊ HERÊMÊ DIDE’ 
 
Bucak, anî ziman ku divê aştî ji hikûmetên navendî zêdetir di rojeva rêveberiyên herêmî de be û wiha pê de çû: “Weke kesên hilbijartî em dikarin bajarên xwe li ser perspektîfa aştiya civakî ava bikin û saziyên xwe di vê çarçoveyê de xurt bikin. Li Rojhilata Navîn krîzeke siyasî ya ku navenda wê pirsgirêkên Filistîn û kurd heye. Vê jî bi xwe re şer û pevçûnên bênavber anî. Bedela van şer û qirkirinan jî xelkê herêmê dide. Di salên dawî de bi taybet li Tirkiyeyê em bûn şahid ku ji ber zextan nava saziyên hiqûq û demokratîk hatine valakirin.” 
 
'BERPIRSYARIYA ME TEVAN E’
 
Bucak, anî ziman ku avakirina civakeke di nava aştiyê de dijî û rêveberiyên herêmî yên xurt û hesabê didin pêkan e. Bucak, axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê rêveberiyên navendî bi awayeke sîstematîk qadên rêveberiyên herêmî teng dikin. Bêguman ev ne tesadûfeke belasebebe. Heke li dijî vê zîhniyetê em bi awayekî eşkere rêgezên ‘şaredarvaniya ji bo aştiyê’ neparêzin, dê bandoreke neyînî li ser civakên me bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên kûrewî, hewceye em bêhtir hevkariyê bi hev re bikin. Dîplomasiya herêmî ji bo hedefa aştiya kûrewî parçeyeke nebe nabe ye. Ji Filistînê heta gelê kurd, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê û li her dera cîhanê ji bo aştiyê divê em tevek bixebitin û ev yek berpirsyartiya me tevan e.” 
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN