Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî

  • rojane
  • 10:28 24 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî “pêvajoya nû” ya di rojevê de wiha got: “Gelê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî.” 
 
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan (NPG) têkildarî nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivand. Karayilan, geşedanên li Rojhilata Navîn weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” nirxand û got ku şer roj bi roj girantir dibe û dê hêj girantir bibe.” 
 
Karayilan, got: “Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ê li Herêmê giran bûye û diyar e ku wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemonîk ên global bi vî şerî re dixwazin herêmê jinûve dîzayn bikin. Xusûsa ku tê dîtin ev e.”
 
Bi domdarî Karayilan diyar kir ku AKP-MHP hewl didin gelê kurd careke din mehkûmî bêstatûbûnê bikin û ev nirxandin kir: “Di vê serdemê de herî zêde pêdivî bi civaka rêxistinkirî û yekitiyê heye.” Karayilan, diyar kir ku pêvajoya heyî di nava xwe de hem xetereyan hem jî firsendan dihewîne û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Karayilan, wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de pirsgirêka herî cidî ew e ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo dewam dike. Kampanyayên li hemberî vê yekê hatin meşandin, têkoşîna ku di asta neteweyî û navneteweyî de bi şêweyên cuda hate kirin hêja ne, lê belê li pêşberî têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê xurt dike, gelekî lawaz dimîne. Di vê mijarê de em nikarin bibêjin ku em berpirsyariyên xwe di asteke têrker de bi cih tînin. Pozîsyona me li pêşberî Rêbertî pozîsyona rexnedayinê ye. Divê em bi pratîkeke hîn xurt a li ser xeta rast rexnedayina xwe bikin. Hem weke tevger hem jî weke gel divê em hîn bi xurtî bersivê bidin rastiya Rêber Apo, barê wî sivik bikin, destê wî xurt bikin. Ev yek wezîfeya me ya bingehîn e. Bi qasî ku em giraniyê bidin ser vê yekê û di vê mijarê de serketî bin, hingî em ê karibin bersivê bidin bûyer û pêşketinên li welat û herêmê.” 
 
'JI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK RE ERÊ’ 
 
Karayilan, têkildarî daxuyaniyên AKP-MHP'ê yên derheqê “Pêvajoya nû” de jî ev nirxandin kir: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê dema dawî hin mijar xist nîqaşê. Mîna ku pêvajoyek heye ji xwe re nîqaş dikin, lê belê tiştekî ku gihîştiye aliyê me, aliyê Kurdan nîne. Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Piştî ewqas tecrûbeyan jî em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku di çarçoveya taktîkên şerê taybet de têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe. Ev rast e. Berê cidiyet û samîmiyet tine bû. Dewleta Tirk ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêberê me re dikir û digot 'Em ê çareseriyê pêk bînin', li aliyê din jî biryar li ser 'Plana Têkbirinê' da û amadekarî ji şer re dikir. Dawiya dawî mutabaqata hevpar a ku di encama nîqaşan de hate afirandin, hate redkirin. Piştî mutabaqata li Qesra Dolmabahçeyê hate xwendin di Nîsanê de wê Rêber Apo banga komkirina Kongreya PKK'ê bikira û banga biencamkirina vê pêvajoyê bikira. Dema ku amadekarî ji vê re dihate kirin Tayyîp Erdogan bi xwe mutabaqat înkar û red kir û tecrîd û şer ferz kir. Rastî bi vî rengî ye. Niha hinek radibin ku mîna tiştekî nû heye diaxive, li aliyê din jî ço nîşan dide, gefan dixwe. Em têkoşîna xwe dimeşînin û pêwîstiya me bi kesî nîne.”
 
'BILA KESEK HESABÊN ŞAŞ NEKE’
 
Karayilan bal kişand ser nîqaşên “PKK zeîf bûye” û wiha got: “Her wiha di hin nîqaşan de hinek radibin dibêjin 'Me PKK di nava sînorên xwe de lawaz kiriye, qedandiye. Tenê li Iraq û Sûriyeyê heye'. Ev gotin dûrî ji rastiyê ye, manîpulatîf e. Em bi rengekî stratejîk fikirîn û li Bakurê Kurdistanê me bi zanebûn heta astekê nerm kir. Yên ku vê nêzîkatiya me weke lawaziyê dibînin, wê sibe bibînin bê çiqasî bi rengekî mezin xwe xapandine. Bi giştî hêza me ji 10 sal beriya niha hîn xurtir e. Li Bakur dibe ku ji aliyê tevgera gerîla ve hinek kêmbûn hatibe kirin, lê belê di vê mijarê de divê kes xwe nexapîne. Zemîna me xurt e, potansiyela me, çeperên me hene. Dewleta Tirk 4-5 sal in dibêje ku li Bakur em qedandiye; ev dereweke mezin e. Ji bilî eyaletek-du eyaletên ne esasî, li her derê hêzên me çeperên xwe diparêzin. Lewma bila kes hesabê şaş neke. Yên ku hesabê şaş bikin wê bi xwe zerarê bibînin.” 
 
BERSIV DA DEVLET BAHÇELÎ
 
Karayilan, bangawaziyên Devlet Bahçelî jî nirxand. Karayilan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger rewşeke welê rû dide ku bi rastî li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê ti carî wê pê li textê şil neke. Divê her kes bi vê zanibe. Hewldanên çareseriyê yên ku ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin ji bo me hukmê xwe nîne. Ne bi rengê dubareya berê, eger bi rêbazên nû wê nêzîkatî li pêvajoyê bibe, divê di vê çarçoveyê de nêzîkatî bê kirin. Di çarçoveya qanûna Mandella de divê nêzîkatî li Rêber Apo bê kirin, diyalog pê re bê danîn, bi vî rengî wê çareseriyeke mayinde ji pirsgirêkê re bê peydakirin.
 
Bêguman weke ku Rêber Apo işaret pê kir, PKK û siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng e. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li dijî ya din bide şerkirin. Divê xwe dûrî vê yekê bikin, eger rola her pêkhateya aliyê Kurd li ber çavan bê girtin û nêzîkatî bi vî rengî bê nîşandan, hingî wê nebe pirsgirêk. Ji xwe dewleta Tirk berê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo û PKK weke muxatab qebûl kiribû. Her wiha rol dabû siyaseta demokratîk qanûnî. Niha ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nîqaşkirina vê jî wê bi nêteke baş nebe. Dewletê 'Hevdîtinên Osloyê' sê salan bi kê re meşand? Hevdîtinên Îmraliyê li ser kîjan bingehê meşand? Dewletê ji ber ku Abdullah Ocalan weke muxatab qebûl kir, ev hevdîtin dewam kir.
 
BAHÇELÎ WEKE MUXATAB DIBÎNE 
 
Herî dawî banga Devlet Bahçelî jî, her çend li gorî feraseta xwe û xwedî naverokeke derveyî aqil a ku em ti carî nikarin qebûl bikin jî be, bangeke ku Rêber Apo weke muxatab dibîne. Ev rastî li holê ye. Bêyî dîtina vê rastiyê, bi sekna li ser versiyoneke cuda wê çareserî pêk neyê. Rastî bi vî rengî ye, eger nêzîkatî li gorî vê heqîqetê be, bêguman wê ji aliyê Kurdan ve jî bersiva xwe bibîne. Eger ne bi vî rengî be û di çarçoveya lêgerîna rizgariya ji tengaviyê weke nêzîkatiyên taktîkî be wê encamê bi xwe re nîne. Bêguman aliyê Kurd ji manewrayên bi vî rengî yên taktîkî têr e.
 
Weke encam dixwazim diyar bikim; Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê tu carî rê nede taktîkên şerê taybet. Di vê serdema girîng a dîrokî de ji her demê zêdetir bi biryardariyeke bilind rola xwe di xeta Rêber Apo de bilîze û erka xwe bi layiqî bi cih bîne. Bi daneheva tecrubeyê ku xwe dispêrê wê û performansa xwe ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî wê bi hêztir li ber xwe bide û bi şerkirinê re bi ser bikeve.”
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN