Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin

  • rojane
  • 10:10 24 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin ji sala 2021’ê heta niha nikarin ji mafê berdana bişert sûd bigirin û wiha got: “Miameleyeke gelek xerab e. Ezyet li girtiyan tê kirin.” 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); ji sala 2021’ê ku Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran ketiye meriyetê heta niha tehliyeya 501 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatin taloqkirin. Piraniya girtiyên tehliyeyên wan hatiye taloqkirin jî girtiyên siyasî ne. Bi taybet jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu daxwazên berdana bişert nehatine qebûlkirin. Li girtîgeha behsa xeberê herî dawî tehliyeya 15 girtiyên jin ên dema înfazkirina cezayê xwe temam kirin hate astengkirin. Ji van girtiyên jin 5’an jê piştî tevahiya dema înfaza xwe temam kirin hatin berdan û 10 jî li benda temamkirina pêvajoya taloqkirinê ne. 
 
'JI BER KU POŞMTANTÎ QEBÛL NEKIRINE’
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku miwekîlên wê yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi hinceta “poşmantî qebûl nekirine” lewma tehliyeya wan tê taloqkirin. Yildirim, wiha got: “Di esasê xwe de lijneya ku vê biryarê dide divê bi serokatiya dozger bicive. Heta divê nûnerek a ji Serokatiya Malbat û Xizmetên Civakî jî tev li bibe. Lê belê lijneya miwekîlên me pê re hevrû dibin lijneyeke wiha nîne. Heta niha yek ji wan jî derneketine lijneya bi serokatiya dozger civiyayî. Îtîrazên xwe yên têkildarî vê mijarê bi daxwaznameyekê ji dadgeriyê re ragihandin. Bi taybet jî her carê hate gotin ku nirxandinên lijneyê li gorî usûlê nayên kirin. Lê tevî vê jî dadgeriyan tu caran ev îtîraz esas negirtin.” 
 
ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN
 
Yildirim, da zanîn ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê weke herêma “pîlot” hatiye hilbijartin û wiha pê de çû: “Li vê girtîgehê derfetên berdana bişert bi awayekî fîîlî ji holê hatine rakirin. Ev yek, muameleya xerab e. Bi serê xwe ezyet e. Girtiyên ku mafê wan ê tehliyeya bişert çêbûyî bi îdiayên razber, bi sepanên keyfî, bi civînên lijneyê yên derusûlî tên astengkirin. Lewma divê pênaseya me ya herêma pîlot ji hêla her kesî ve esas were girtin û hemû kesên ji xwe re dibêjin parastvanên mafan di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Em dixwazin vê jî diyar bikin; bi taybet jî jin bi tu awayî nikarin ji mafê tehliyeya bişert sûd bigirin û ev yek bi zanebûn tê kirin.” 
 
'BI QANÛNAN NAKIN’
 
Yildirim, da zanîn ku sepan li gorî kiriyarên demê berê tê cîbicîkirin û ev tişt anî ziman: “Piraniya miwekîlên me hikûmxwarên muebbetê yên 30 salan e yan jî ji beriya 2020’ê ve girtî ne. Kesekê/a beriya sala 2020’ê hatiye girtin, divê ev sepan li gorî ku jê sûd were were cibîcikirin. Di qanûnê de sererastkirineke eşkere heye. Dibêje ku di rewşên berdana bişert, berdana bi kontrola edlî û hwd. de divê sepana qanûna ku girtî jê sûd digire were bicihanîn. Hinek dadgehên li gorî vê tevdigerin jî hene lê Dadgeriya Înfazê ya Sîncanê vê esas nagire. Tevî ku em biryarên mînak pêşkeş dikin jî guh nadinê.” 
 
'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’
 
Di berdewamê de Yildirim anî ziman ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Ji bo revîr û nexweşxaneyê randevûyê nadin girtiyan. Dema didin jî ji bo dîrokên pir dereng didin. Dema wexta wê tê jî sewqên girtiyan asteng dikin. Jixwe girtî bi zehmetî diçin nexweşxaneyê, piştre jî nahêlin reçeteya jê re hatiye nivîsandin li girtîgehê bi cih bînin. Weke ku girtîgeheke her tiştê wê heye xuya dike lê wisa nîne. Wisa hesab bikin ku kesekê her tişt pêk anîn, teşhîs hate kirin û bijîşkî reçeteyek pêşkeş kir. Îcar jî di mijara pêkirina wê reçeteyê de girtîgeh zehmetiyan derdixîne. Weke mînak, xwarina diyetê nayê dayin. Ev yek jî dibe binpêkirineke mafê tenduristiyê.” 
 
'TÊN TECRÎDKIRIN’
 
Bi domdarî Yildirim bal kişand ser rewşa girtî Selver Yildirim a ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û wiha got: “Sedema ewqas pêşketina vê pirsgirêkê jî ew e ku li girtîgehên din tedawiyên xelet hatine kirin û ji ber derengmayinê ne. Niha ji ber vê pirsgirêkê li Nexweşxaneya Bajar tê tedawîkirin. Ev tedawî tên astengkirin û amûrên divê bi kar bîne jî bi hinceta ewlehiyê nayên dayin. Ji ber ku nikare pirtûkan bixwîne, daxwaza pirtûkên bideng an jî radyoyê kir. Lê ev jî tên redkirin. Ev, di heman demê de îzolasyona civakî ye. Anku tê tecrîdkirin. Ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê tîne.” 
 
'DIVÊ BERTEKÊN CIVAKÎ HEBIN’
 
Yildirim, axaftina xwe wiha qedand: “Divê pêvajoya hiqûqî bê cîbicîkirin. Lê bi tena serê xwe bes nake. Serlêdanên me yên sûc, rapor û tespîtên me girîng in. Lê hiqûq bi tena serê xwe bes nake. Divê civak bişopîne. Ev yek ji bo edaletê û heqîqetê girîng e. Lewma divê raya giştî dîsa li girtîgehan vegere û bibêje; ‘li wir çi diqewime?’ Tevahiya pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn îro di nava civakê de jî tên jiyîn. Ev bandorê li hev dikin. Lewma meseleyên di nava civakê de ji van cuda nînin.” 
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN