Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e

  • rojane
  • 09:13 24 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX  - Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê tu partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike, rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku nîqaşa avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de hene. 
 
Li Herêma Kurdistanê ya Federal di 20’ê cotmehê de hilbijartina parlamentoyê ango dengdan hat lidarxistin. Ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bûn. Li gorî encamên sindoqên ku li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce hatine danîn, PDK di rêza yekem de, YNK di rêza duyemîn û Nifşa Nû di rêza sêyem de hilbijartin qedand. Li gorî encaman PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bidest xistine. PDK'ê li gorî hilbijartinên berê 6 kursî winda kir, YNK'ê 2 kursiyên parlamentoyê zêde kir. Li gorî van encaman tu partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. 
 
Nerazîbûnên li dijî hilbijartinên ku di bin siya êrişên Tirkiyeyê de hatin kirin, dewam dikin. Ji bo îtîrazê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê 3 komîsyon li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce yên ku sindoq lê hatine danîn peywirdar kirin û wê îtîrazan lêkolîn bikin. Li Herêma Kurdistana Federe piştî hilbijartinan çavê hemû kesan li partiyanê ku wê hikumet di navbera kîjan partiyan de bê avakirin. Rojnameger Şoxan Mîrza ku li Herêma Kurdistanê dixebite û hilbijartinê ji nêz ve şopand, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re hilbijartin û geşedanên li herêmê nirxand.
 
'GEL JI SEDÎ 72 BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ BÛ'
 
Şoxan Mîrza bi bîr xist ku gelek caran hilbijartin hatin taloqkirin û ji sedî 72’ê gel beşdarî hilbijartinên 20’ê Cotmehê bûn e. Mîrza anî ziman ku gelek pirsgirêkên teknîkî derketinê holê û wiha got: "Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê gelek caran hatin paşxistin. Li ser biryara serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî Lijneya Hilbijartinê ya Iraqê biryara lidarxistina hilbijartinan da. 18'ê Cotmehê hilbijartinên asayîşê û yên di girtîgehê de hatin kirin. Di 20'ê cotmehê de li tevahiya welêt hilbijartin pêk hatin. Gelek pirsgirêkên teknîkî derketin holê. Li Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 72'ê gel beşdarî hilbijartinê bû. PDK'ê ji hilbijartian ditirsiya.  Jixwe alozî di navbera wan û komîsyona hilbijartinan derketin. PDK dengê kesên ku li herêmê najîn jî bikar anî. Dengên dûbarê jî ji bo PDK'ê hatibûn bikaranîn. Her wiha li dijî welatiyên YNK'î jî êriş pêk hatin."
 
SERDANA BARZANÎ YA TIRKIYÊ BANDOR LI HILBIJARTINÊ KIR'
 
Şoxan Mîrza amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rojek beriya hilbijartinan serdana Tirkiyê kiriye û got ku wê serdanê bandor li hilbijartinan kiriyê. Şoxan Mîrza bi lêv kir ku PDK'ê ditirsiya ku serweriya xwe ya 30 salan winda bike û got: "Gelê li herêmê li dijî PDK'ê bi bertek bû. Hem li hember nebûna xizmet û hem jî li hember hevkariya bi Tirkiyê re hêrsa gel hebû. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ya beriya hilbijartinan bi rojekê bandor li encamên hilbijartinan jî kir. Ji ber ku gelê herêmê dixwest PDK di hilbijartinan de têk biçe. PDK di hilbijartinan de 6 kursî winda kir. YNK'ê jî di van hilbijartinan de dengên xwe zêde kirin. Peyama Bafil Talabanî ya yekîtiyê li qadên mîtîngê di vê yekê de bi bandor bû. Di hilbijartinan de guhertineke mezin çênebû. Di hilbijartinan de PDK bû partiya yekem. Lê belê ew nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike."
 
'GEL JI ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NE RAZÎ YE' 
 
Şoxan Mîrza diyar kir ku çavê hemûyan li îtifaqên ku piştî hilbijartinan dê ji aliyê partiyan ve bên avakirin e û geşedanên li herêmê wiha nirxand: "Du senaryo hene derbarê pêvajoya pêş de. Ya herî muhtemel ew e ku hikûmet di navbera PDK'ê û YNK'ê de bê ava kirin. Kêmbûna dengên PDK'ê nîşan dide ku gelê Başûrê Kurdistanê ji encamên hilbijartinê ne razî ye. Jixwe di hilbijartinan de geşedana herî girîng ew bû ku dengen PDK'ê kêm bûne. Hilbijartinan de di nav gel de nîqaş tên kirin ku partiyeke ku îxanet li gelê kurd kiriye çawa dikare careke din bibe partiya yekemîn. Gelê Başûr wisa difikirê ku PDK'ê di hilbijartinan de sextekarî kiriye."
 
'DIVÊ YNK'Ê BI ROLA XWE RABE’ 
 
Şoxan Mîrza destnîşan kir ku li gorî encamên hilbijartinê peyamên Bafil Talebanî yên li qadên mitîngê bandor li ser gel kiriye û got ku piştî hilbijartinê jî divê YNK bir ola xwe rabe. Şoxan Mîrza wiha dawî li axaftina xwe anî: "YNK li Silêmaniyê weke partiya yekemîn hat hilbijartin. PDK li Silêmaniyê bû partiya sêyemîn. YNK'ê di qadên mîtîngan de li ser xiyaneta PDK'ê propagandaya hilbijartinê kir. Li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê axivî. Wê yekê jî bandor li ser gel kir û piştgirî dan YNK'ê. Ji ber vê yekê divê piştî van encamên hilbijartinê YNK'ê jî li gor vê yekê tevbigerê. Divê siyaseta xwe ya li dijî PDK'ê de aşkera bike. Heke nêzî PDK'ê bibe û li gor vê yekê tevnegerê wê winda bike. Ji ber wê jî rola YNK'ê li hemberî metirsiyên li pêşiya Kurdistanê gelek girîng e. Divê YNK partî û hezên ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne bînê li cem hev û stratejiyeke hevpar li dijî xiyanetê û dagirkeriyê derkevin.  Kurdistan pêvajoyeke metirsiyê de derbas dibe. Li dijî vê yekê divê YNK rola xwe bilîzê û li dijî dagirkeriyê xwe bi hêz bike û li ser hikumeta ku wê bê ava kirin ferz bike ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve."
 
‘YNK DIXWAZE HIKUMETEKE HEVPAR AVA BIKE’
 
Ji YNK'ê Elî Oremar jî diyar kir ku di avakirina hikûmeta nû dê pêvajoyeke dem dirêj be û got ku tu aliyek amade nîne bi PDK'ê re hikûmetê pêk bînin. Oremar bi lêv kir ku YNK dixwaze hikûmeteke hevpar ava bike ku têde hemû rengên herêmê û partiyên din jî têde cih bigrin û wiha got: "PDK vê carê nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Ji bo avakirina hikûmetê pêwîste PDK bi partiyan re hevdîtinê bike. KDP jî di van hilbijartinan de jî sextakarî kir. Bi taybetî li Duhok û Hewlêrê bi hilbijêrên Şemîzînan û Geverê ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne anî li wir ji wan deng da bikaranîn. PDK dixwaze desthilatdariya xwe ya 30 salî bidomîne û hemû herême weke berê bi xwe rêvebibe. Hevkariya PDK'ê ya bi hezên dagirker weke Tirkiyeyê berdewam dike. Armanca Tirkiyeyê jî dagirkirina herême ye. Ji bo vê yekê jî YNK dixwaze ku hemû rengên başûrê Kurdistanê bi awayekî wekhev bên temsîlkirin û ji bilî PDK’ê bi hemû partiyan re hikûmeta nû ava bikin. Ji ber vê yekê hevdîtinan dike. Bi hikûmeta Iraqê re jî hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de hat xwestin ku Tirkiyeyê hezên xwe ji herême vekişîne."
 
MA / Mahmut Altintaş 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN