Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin

  • rojane
  • 11:32 23 Cotmeh 2024
  • |
AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku pirsgirêka kurd bi axaftina yek kesî ve çareser nabe û wiha got: “Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema’ ev pirsgirêk heye û divê were çareserkirin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di çarçoveya serdana bakurê Kurdistanê de hate Amedê. Ozel, ji ewil bi nûnerên 24 rêxistinên civaka sivîl ên jinan re civiya. Ozel, hevdîtina xwe ya bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re bi bîr xist û got ku mijara wan a ewil tundiya li dijî jinan bû. Ozel, got ku ji bo çareserkirina aştiya civakî divê ji ewil pirsgirêka tundiya li dijî jinan were çareserkirin. Ozel, destnîşan kir ku divê di vê mijarê de bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin. Her wiha Ozel da zanîn ku têkildarî mijara polîtîkaya necezakirinê ya di mijara tundiya li dijî jinan de, girîngiya KADES'ê ya ji bo xizmeta bi kurdî û hwd. axivîne. Ozel, got; “Di sepanên me yên mîna wan de me nîşeya xwe girt ku zimanê kurdî jî were nirxandin.” 
 
'PEYMANA STENBOLÊ’ 
 
Ozel, da zanîn ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re deletê piştgiriya xwe ya bi jinan re ji holê rakiriye. Ozel, ev tişt anî ziman: “Heke hûn piştgiriya xwe paşve vekişînin, wê demê derfetê didin kujeran.” 
 
CÎNAYETA NARÎN GUNAR
 
Ozel, bal kişand ser îdianameya cînayeta Narîn Guran û wiha pê de çû: “Di îdianameyê de 4 kes bi kuştina Narînê tên sûcdarkirin. Lê nediyar e ka cînayet kiriye, sedema cînayetê çi ye, dayikê, mamê wê û birayê wê çima zaroka 8 salî qetil kiriye. Daraz, tiştekî ji gel re nabêje. Em ê vê dozê bişopînin. Tiştên parlamenterê AKP’ê 60 roj berê dizane dozger nizane. Tiştekî ecêb di vir de heye. Xuyaye ku avadaniyeke siyasî qirêjî û tarî tê parastin.” 
 
Ozel, got ku serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tenê sozên daye HUDA-PAR’ê pêk tîne û wan diparêze. 
 
'PIRSGIRÊKA KURD HEYE’
 
Di berdewamê de Ozel bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û ev nirxandin kir: “Birêz Bahçelî qala efûya ji bo kesekî dike, dibêje bi gotina wî rêxistin bila tesfiye bibe û her tişt temam bibe. Lê mixabin wisa nabe. Heke êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, heke êdî xwîn rije, heke rondikên dayikên kurd û tirkan êdî nebarin, heke ev welat bibe yek û bi hev re be, heke berê çekan êdî li leşkeran venegere û ber bi aştiyê ve biçin, di vê mijarê de her gotina tê kirin bi qedr in. Lê divê gotina ‘pirsgirêka kurd nîne’ neyê gotin. Pirsgirêk heye û ew pirsgirêk bi gotina kesekî bi dawî nabe. Hûn pirsgirêka 26 milyon kurdên li tirkiyeyê tune dihesibînin. Pirsgirêka kud heye. Tenê kurd dikarin biryarê bidin bê ka pirsgirêka kurd heye yan na. Dewlet nikare biryarê bide. Xuyaye ku dewleta mezin biryar daye, dewleta biçûk jî ragihandiye. Her ku ew wiha dibêjin bêhtir kûr dibe. Heta ku kurd nebêjin ‘pirsgirêka min nema’ ev pirsgirêk heye û divê wer çareserkirin. Heke tu ji kesekî re bibêjî pirsgirêka te tune ye, ev dibe otorîterîtî. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bibin alîkar. 
 
RÎSK Û XETERE HENE
 
Heta ku her kes li welatê me bi zimanê dixwaze diaxive, rastî cihêkariyê nayê û mafê xwe yê siyasetê bi kar tîne dê têkoşîna CHP’ê bidome. Hebûna terorê pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka kurdan jî pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Divê ev her du pirsgirêka bi awayekî hemwext bên çareserkirin. Em li Amedê hêvî û fikarê dibînin. Pêvajo û hêviya nû heke têk biçe dibe ku tiştên pir zêdetir bide jiyîn. Lewma divê em hişyar bin. Ji bo pirsgirêka kurd divê tenê bi axaftina kesekî ya li Meclisê, nûnerên 86 milyon kesan li parlamentoyê rûnin, biaxivin û çareser bikin. Dema 86 milyon kes rûniştin ser maseyê dikarin çareser bikin. Pêvajoya ku Tifaqa Cumhurê pirsgirêka kurdan nabîne, di hundirê xwe de rîsk û xetereyan dihewîne. Divê fikarên têkildarî çareseriyê tavilê ji holê bên rakirin.” 
 
HEKE 86 MILYON LI SER MASEYÊ BIN EM Ê RÎSKÊ BIGIRIN BER ÇAVAN 
 
Têkildarî nîqaşên li ser Destûra Bingehîn jî Ozel wiha got: “Heta ku bi destûra bingehîn a heyî nekin, heta dev ji sepanên dij-demokratîk benedin, heta biryarên DMME û AYM’ê bicih neyînin, heta bi her madeyên destûra bingehîn nekin em ê tu destûrên bingehîn ên nû bi wan re çênekin.” 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN