Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe

  • rojane
  • 11:24 23 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku dibe li pişt daxuyaniyên AKP’ê û MHP’ê “planeke bixeter” hebe û wiha got: “Heta ku rasterast bi Serok Apo re hevdîtin neyê kirin û dengê wî neyê bihîstin, qiymeta gotinên yek alî nîne.”
 
Nîqaşên “pêvajoya nû” yên têkildarî çareseriya pirsgireka kurd hêj di rojevê de ne. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna xwe ya duh de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl kir û banga “Bila were li Meclisê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive” kir. Bahçelî ji bo “mafê hêviyê” ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jê re got ku “tedbîrên pêwîst bigirin” “fesixkirina rêxistinê” weke şert pêşkeş kir. 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî pişt re got ku “destê xwe bilind dike” û ev tişt gotin: “Ez teklîfî kurdan dikim ku bibin xwediyê dewleta Komara Tirkiyeyê.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê muxatabê aştiyê birêz Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtine. Cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e. Em amadene ku ji bo aştiyeke birûmet înîsiyatîfê bigirin.”
 
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan jî li ser hesaba xwe ya medyayê ya X’yê ev peyam parve kir: “Em hêvî dikin ku firsenda dîrokî ya ji aliyê Tifaqa Cûmhûr ve hatiye pêşkeşkirin qurbanî hesabên şexsî neyên kirin. Em dixwazin weke saziya siyasetê, Meclis, saziyên sivîl ên civakî, çapemenî, akademî û hemû gel bi hev re Tirkiyeyeke ku teror û tundî lê neyî ava bikin.”
 
KARTAL: BANGEKE NE CIDÎ YE
 
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal daxuyaniya Bahçelî û nîqaşên “pêvajoya nû” yên di rojevê de nirxandin. Kartal bal kişand ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de her serdemê amade ye ku rolê bigire û banga Bahçelî ya “Rêxistinê fesix bike” weke “bangeke ne cidî” penase kir. 
 
Kartal, wiha domand: “Bangeke bi vî rengî ya li Rêberê Gelê Kurd ê di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad û wekhev bijîn têdikoşe tu cîdiyeta xwe nîne.”
 
‘TU QIYMETA GOTINÊN YEK ALÎ NÎNE’ 
 
Kartal, bal kişand ku daxuyanî yek alî ne û wiha got: “Ev desthilata ku li dijî gelê kurd şerekî di asta qirkirinê de bi rê ve dibe van daxuyaniyan dide. Lê piştî 3 rojan 43’yemîn meha tecrîda li Îmraliyê dê temam bibe. Heta ku rast e rast bi Rêber Apo re hevdîtinek neyê kirin, dengê wî neyê bihîstin, tu qiymeta gotinên yek alî nîne.”
 
‘DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê TENGAV BÛYE’ 
 
Kartal ê got ku “Desthilata AKP’ê û MHP’ê tengav bûye, Plana Çokdanînê ya bi biryara Lijneya Ewlehiya Netewî di sala 2014’an de kete meriyetê bi bîr xist û got: “Di 10 salan de pêvajoyên gelekî giran qewimîn û ji bo ku encam were bidestxistin her tişt hate kirin. Li Tirkiyeyê pergal hate guhertin. Planên ku ji bo encamê bidest bixin hatin pûçkirin. Berovajiyê wê pergala dewleta Tirkiyeyê ber bi têkçûnekê ve diçe. Weke leşkerî encam negirtin, weke siyasî jî krîzeke cidî heye û krîzeke mezin a aboriyê heye. Pergal radestî mafya û çeteyan hate kirin. Ji wî alî ve jî tengaviyeke mezin heye. Lêgerînên xelasbûna ji vê tengaviyê hene. Lê ev lêgerîn bi kemîn, hîle û lîstikan nabin. Ev lêgerîn bi awayekî aşkere û diyaloga du alî dibin. Niha lîstikeke bideng a yek alî heye. Ne pêkane ku di nava vê de cih bigirin.”
 
Kartal ê got ku “Heke rastî jî lêgerîneke bi bingeha diyalogê hebe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin” û wiha got: “Heta ku dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê bihîstin tu qiymeta van gotinan nîne.”
 
‘DIBE KU PLANEKE BIXETERE BE’ 
 
Kartal, bi lêv kir ku dibe ku li pişt van axaftinan “planeke bixeter hebe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelê me hişyar be. Divê ji bo azadiya Rêber Apo û rakirina tecrîdê li ser piyan be. Divê herkes di vê mijarê de dilnerihet û pozîsyoneke amade de be, li ser piyan be. Divê kes sist nebe. Ji ber ku kesên ku vê polîtîkayê dimeşînin, ev plan avakirine, di heman demê de dixwazin ku sistiyekê bidin avakirin.”
 
Kartal ê got ku “pêşwazîkirina bangan bi spasî û keyfxweşiyê bi yek gotinê xeflet e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke pêvajoyek were destpêkirin divê pêvajoyeke ku Rêber Apo weke sermuzakerevan cih bigire li ber çavan were girtin. Divê herkes di vê bingehê de nêz bibe. Nêzîkatiyên ji derveyî vê yekê lîstik, kemîn û komplo ne. Divê bi vî rengî bi nav bikin.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN