Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!

  • rojane
  • 10:22 23 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Îtîrafkar Umît Akbiyik derheqê bi sedan kesan de îfade dabû. Derket holê ku îtîrafkar Akbiyik îfadeyên xwe bêyî parêzerê wî Abdullah Bariş amade daye û parêzer piştre weke ku li wir amade be girtek îmze kiriye. Baroya Amedê têkildarî parêzerî lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. 
 
Di 25’ê nîsana 2023’yan de rojnameger, hevşaredar, siyasetmedar û hunermend jî di nav de derheqê zêdetirî 700 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Têkildarî lêpirsînê nelirêtiyeke nû derket holê. Hat zanîn ku îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku bi îdiayên derew bû sedema binçavkirina bi sedan kesan û girtina bi dehan kesan, bi awayeke derqanûnî û derusûlî hatine girtin. Di danişîna 5’emîn a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok de parêzerê wî Resûl Tamur belge pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Di belgeyan de eşkere bû ku îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bêyî parêzerê wî Abdullah Bariş amade be hatiye girtin û parêzer demekî piştre ev girteka îfadeyê îmze kiriye. 
 
Di danişîna rojnameger Gok de parêzer Tamur, temamiya îfadeya îtîrafkar Akbiyik pêşkeşî dadgehê kir. Tamur, wiha got: “Îfade, di 10.01.2023’yan saet di 19.05’ê de dest pê kiriye û bi şev saet di 02.10’ê de bi dawî bûye. Em dixwazin balê bikişînin ser bêusûliya di beşa bi dîroka 11.01.2023’yan de. Destpêka îfadeya di 11.01.2023’yan di rûpela 34’emîn de weke 09.30 hatiye diyarkirin. Di rûpela 45’emîn de jî tê gotin ku saet di 11.13’ê de navber hatiye dayin û saet di 11.50’ê de dîsa îfade domandine. Ev yek di girtekê de heye. Di bin kirariya navberê de îmze û navên parêzer Abdullah Bariş, gumanbar Umît Akbiyik û hêzên ewlekariyê heye. Bi awayeke fermî xuya dike ku parêzer Abdullah Bariş di îfadeyên saet di navbera 09.30-11.13’ê ya di 11.01.2023’yan de cih girtiye. Agahî hat ber destê hevpîşeya me Ozum Vurgun ku parêzer Abdullah Bariş di roj saeta îfade girtî de li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê beşdarî danişînê bûye. Li ser vê yekê, ji bo ku Baroya Amedê derheqê Abdullah Bariş de lêpirsîna disiplînê bide destpêkirin serlêdan kir.” 
 
DEMA AKBIYIK ÎFADE DIDA PARÊZER LI EDLIYEYÊ BÛ 
 
Tamur, da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere hatiye nivîsandin û dadgehê jî bersiv daye. Tamur, wiha domand: “Di bersivê de wiha hatiye gotin; ‘Di encama lêkolîna UYAP’ê de eşkere bû ku parêzer Abdullah Bariş beşdarî rûniştina dosyaya me ya bi hejmar 2021/185 a di 11/01/2023’yan de bûye. Ev celse saet di 10.52’yê de dest pê kiriye lê nehatiye tespîtkirin bê ka saet di çendan de bi dawî bûye...’  Her wiha dadgehê zapta danişînê ya ku Abdullah Bariş tev li bûye jî ji baroyê re şandiye.” 
 
SEXTEKARIYA DI EWRAQÊ DE Û BINPÊKIRINA PEYWIRÊ 
 
Tamur, zapta danişînê ya dadgehê ya têkildarî danişînê pêşkeşî şandeyê kir. Tamur, di çarçoveya lêpirsîna disiplînê ya Baroya Amedê de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestine ku agahiyên ketina parêzer Abdullah Bariş a edliyeyê ji wan re bişînin. Tamur, got ku di bersiva serdozgeriyê de jî eşkere bûye ku di îfadegirtina Umît Akbiyik a di 11’ê çileya 2023’yan de bêusûlîtî hatiye kirin. Tamur, têkildarî ewraqên pêşkeşî dadgehê kirî de jî ev tişt anî ziman: “Di ewraqên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê şandî de eşkere dibe ku Abdullah Bariş hem ketiye avahiya sereke hem jî ji beşa hiqûqê ketiye hundir. Weke encam, bi ewraqên fermî derketiye holê ku parêzerê bi navê Abdullah Bariş di îfadeyan de cih negirtiye. Îfade bêyî parêzer hatiye girtin. Li gorî nêrîna me, demek piştî îfade hatiye girtin parêzer çûye girtek îmze kiriye. Anku îfade bi awayeke derqanûnî û derusûlî hatiye girtin. Di çarçoveya van îfadeyan de derheqê parêzer û memûrên ev belgeye amade kirin de serlêdana sûc hatiye kirin. Di serî de sextekariya di ewraqan de û binpêkirina peywirê, gelek sûcên din di vê karûbarên îfadeyê de hatine kirin. Lewma jî sûcdarkirina miwekîlê min a ji ber van îfadeyan dê derqanûnî û derusûlî be. Me pêvek pêşkeşî we kirin, dibêjin ku îfade bi awayekî derqanûnî û derusûlî hatine girtin û di vê çarçoveyê de dixwazin ku hukmê cezayê esas neyê girtin.” 
 
Danişîna 5’emîn a doza edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok a ji ber xebatên pîşeyî û îfadeyên îtîrafkar Umît AKbiyik bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê da zanîn ku ji bo guhdarîkirina şahidê nepen “CV23TY45UP78” ê îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebatên çapemeniyê dimeşîne” dikiar muzekkere hatibû nivîsandin lê ji ber bersiv nehatiye dayin, “ji bo dosya venemîne” ev daxwaz hatiye betalkirin. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derve ya Gok bidome, xwe li benda dosyaya ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin bigirin û mînakeke dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2024’an de derheqê Gok de vekirî were xwestin. Dadgehê danişîn taloqî 30’ê çileya 2025’an kir. 
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN