Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye

  • jin
  • 09:30 23 Cotmeh 2024
  • |

WAN - Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat û Oznûr Evîn diyar kirin ku xebatên xwe li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê dimeşînin û bi projeyên xwe hewl didin xwe bigihînin hemû jinan, di mijarên civakî û hiqûqî de serwext bikin û qadên jiyanê biafirînin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de piraniya şaredariyên li bakurê Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayinkirin bi dest xist. Şaredariyên DEM Partiyî, şaredarvaniyeke jinê esas digire dikin û bi vekirina saziyên jinan ên ji hêla qeyûm ve hatibûn girtin dest bi karê xwe kirin. 
 
Di 23’yê gulanê de li Wanê Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz hate çêkirin. Proje, ji hêla Şaredariya Rêya Armûşê ve hate dabînkirin û bi projeyê qadên îstîhdamê ji jinan re hate vekirin. Şaredariya Bêgiriyê di 24’ê îlone de Navenda Jiyan û Şêwirmendiyê ya Jinan a Sînemxanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtanê di 19’ê cotmehê de Navenda Jiyanê ya Jinan a hate vekirin. Di rojên pêş de jî dê li navçeyên Tûşba û Rêya Armûşê jî navendên jiyanê û pirtûkxaneyê vekin. 
 
‘ARMANCA ME EW E KU QADÊN JIYANÊ BIAFIRÎNIN’ 
 
Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat diyar kir ku piştî hilbijartinan ji bo vekirina saziyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dest bi xebatan kirine. Polat, got ku ew hewl didin bi xebatên xwe rê li ber tundî û komkujiyên li dijî jinan bigirin. Polat, wiha domand: “Lewma her saziya me ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin hatine vekirin. Armanca me ya esasî ew e ku ji bo jinan qadên jiyanê biafirînin. Em zêdetir li ser xebatên serwextkirinê disekinin û armanca me ew e ku jin di ferqa mafên xwe de bin. Her gava me ji bo wê ye ku qadên jiyanê yên jinan zêde bikin û bikarin di jiyana wan de cih bigirin. Ji bo jin ji hêla civakî ve çalaktir bibe dê projeyên me bidomin. Divê jin di qada îstîhdamê de çalaktir bibin.” 
 
'JIN BI HEV RE BIHÊZ IN’ 
 
Polat, wiha domand: “Em dixwazin jinan daxilî qadên jiyanê bikin û rêjeya tundî û komkujiyên li dijî jinan kêm bikin. Li gorî me em ê bi rêya xebatên serwextkirinê bikarin vê hedefê pêk bînin. Em ê paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê li her derê vebêjin. Paradîgmaya me di rêveberiyên herêmî de bi awayekî herî baş pêş dikeve. Em bi projeyên xwe nîşan didin bê ka jin dikarin çi bikin. Jin bi hev re bihêz in.” 
 
'DÊ BIGIHIJE CIHÊN HERÎ DÛR’
 
Ji endamên meclisê Oznûr Evîn jî ew hewl didin xwe bigihînin jinên li cihên herî dûr ên bajar jî û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku jin bikarin ji hemû mafên xwe sûd bigirin. Navendên me vekirin, di heman demê de cihên serwextîkirinê ne. Armanca yekemîn a navendên şêwirmendiyê ew e ku rêjeya tundiyê were kêmkirin û hînî jinan bikin bê ka dê çawa xwe jê biparêzin. Ji bo aboriya jinên plan û proje hene. Ji bo vê perwerdeyên pîşeyî tên dayin.” 
 
MA / Ozlem Yacan
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN