Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me

  • rojane
  • 11:17 22 Cotmeh 2024
  • |
img
 
RIHA - Fevzî Aslan ê ku tê gotin du sal temenê wî maye diyar kir ku ji ber lêferzkirina lêgerîna nav dev qebûl nekeriye tedawiya wî nayê kirin û ev bang kir: “Guh bidin qêrîna me.” 
 
Fevzî Arslan (55) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê di hucreya yek kesî de tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, bi nameyekê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nivîsand tiştên hatine serê wî vegot.
 
Arslan di nameya xwe de diyar kir ku ji ber lêferzkirina îşkenceya lêgerina nava dev sewqî nexweşxaneyan nehatiye kirin û di rojên dawî de nexweşiyên wî zêde bûne û got: "Beriya her tiştî serêşek giran li min diqewime. Hê jî jibîrkirina min berdewam dike. Bi rastî jî ez di nava rojê de nikarim rakevim. Heke ez bi rojê nîv saetê jî çavên xwe bigirim, bi şev ji ber êşa serî nikarim rakevim. Dixwazim serê xwe li dîwara bixim. Ev ji bo min mirin e. Ji ber êşa pişta xwe nikarim li ser doşeka singêr rakevim. Ez rojnameyan û betaniyê li ser betonê radixim û xwe dirêj dikim. Êşa pişta min pir diêşe, lê nivînên ortopedîk nadin min.” 
 
Arslan di nameya xwe de diyar kir ku girtiyek edlî herî dawî li girtîgeha ku lê tê ragirtin întîxar kiriye û ev yek di çapemeniyê de cih negirtiye û got: “Lê divê ev yek ji çapemenî û raya giştî re bê ragihandin.” 
 
‘NIKARIN ÎRADEYA ME BIŞKÎNIN’ 
 
Arslan di nameya xwe de bal kişand ser xwarina li girtîgehê ku kêm e û wiha got: "Em dixwazin ji kantînê tiştan ji bo xwe bikirin lê ti tiştek ku hewcedariyên me pêk bînin tune ne. Rêveberiya girtîgehê bi min re hevdîtin pêk anî û got, 'Em dixwazin. ku te û girtiyekî din ê bi nexweşiya giran bibin odeyek cihê, û em ê girtiyekî din jî bi te re bibin da ku li te binêre. Min li dijî vê rewşê got, 'Hûn nikarin girtiyên nexweş ên giran di odeyekê de bigrin, wê rewşa me xerabtir bibe’. Piştre jî rêveberiyê şertek din danî, 'Werin em te û du birayên te bixin qawîşekê lê şertê me heye. Dema em jimartinê bikin divê hûn rabin ser piyan.' Min dîsa îtîraz kir; min got, ez ne leşker im, hûn nikarin bi vî rengî nêzî me bibin, hûn nikarin vîna me bişkînin? Paşê min birin odeya min.” 
 
‘GUH BIDIN ME’ 
 
Arslan di nameya xwe de diyar kir ku ji ber lêferzkirina îşkenceya lêgerîna nava dev nikare biçe nexweşxaneyê û wiha got: "Ji ber ku rewşa min roj bi roj xerabtir dibe min dîsa daxwaz kir ku biçim nexweşxaneyê. Gotin, ‘Heke hûn vê carê lêgerîna nava dev qebûl nekin, em ê cezayên giran ên disiplînê bidin we’. Dixwazin vîna me bişkînin, ji ber vê yekê me terkî mirinê dikin. Ji ber vê muameleya xerab li girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Divê hemû cîhan viya hîn bibe, bibihîze û divê her kes guh bide qêrîna me.” 
 
DER BARÊ FEVZÎ ARSLAN DE 
 
Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmeha 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Xizmê malbata Arslan, Khlel Khlel (30) di sala 2012’an de ji ber şerê li Sûriyeyê hatibû Rihayê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Her 5 kes ji ber îdiaya “îxbara” sûîqestê ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin û 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin. Di dema binçavkirinê de polîsan xwestin bi darê zorê îfadeyên amade kirine bi binçavkiriyan bidin îmzekirin. Her wiha her 5 kes jî rastî îşkenceyên giran hatin. Îşkenceya 11 rojan hatiye kirin, di rapora ATK’ê ya di 31’ê cotmeha 2019’an de jî cih girt. Di raporê de kitekitên îşkenceyê hatin vegotin. 
 
Her 5 kes 11 roj piştre hatin girtin. Lê belê di îdianameyê de qala îdiaya “suîqestê” ku hinceta binçavkirinê bû, nehate kirin. Gelek bûyerên di dîrokên  cuda de li bajar hatine kirin di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê, îfadeyên di îşkenceyê de hatine girtin esas girt û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, kuştina plankirî” 3 caran cezayê muebbeda girankirî li Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlel Khlel birî. Li Omer û Mehmet Haşim Arslan jî bi îdiaya “Bêyî destûrê madeyên xetere li cem xwe gerandiye, hewldana ji bo kuştina plankirî, zirardayina malê cemaweriyê û kirîna guleyên çekên bêrûxset” 28 sal cezayê hepsê li her yekî birî. 
 
Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê jî di 19’ê sibata 2020’ê de ceza erê kir. Li Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin lê wê jî di 17’ê çileya 2024’an de erê kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan û dosya hêj li wir disekine.
 
REWŞA WÎ GIRAN E
 
Arslan, di 6’ê hezîrana 2024’an de ji ber serêşiyê çû nexweşxaneyê û bijîşkan tespît kir ku mejiyê Arslan dihele. Parêzerê Arslan, teşhîsa ji bo miwekîlê wî hatiye kirin li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîşkên pispor da. Bijîşkan, da zanîn ku di encama îşkenceya di sala 2018’an de li Arslan hatiye kirin di mejiyê wî de pixtîbûn çêbûye û ji ber ku di dema xwe de mudaxile nehatiye kirin, adabê girtiye û vê jî rê li ber helîna mejî vekiriye. Arslan ê ku di asteke zêde de ji bîr dike, ev du meh in ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nake, nabin kontrolên rûtîn.
 
Her wiha bijîşkan der barê rewşa wî de gotine ku bi vê nexweşiyê du salan dikare bijî yanî du sal temenê wî maye. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN