DAIŞ’ê wê li Rihayê jî dîlgirtî ye: Asya li benda vegera Şengalê ye

  • jin
  • 10:04 22 Cotmeh 2024
  • |
img

RIHA - Jina êzidî Asya dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin 14 salî bû û salan bi tecawizê re rû bi rû ma. Niha ew 24 salî ye û li gel du zarokên li Navenda Hêwirîna Demkî ya Haranê dimîne û li benda wê rojê ye ku vegere Şengalê. 

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest bi êrişa li dijî Şengalê û gundên wê kir. Dagirkerî û hovîtiya DAIŞ’ê li dijî kurdên êzidî bû. Rûxandin û nekewandina birînên li Şengalê pêk hatine, didomin. Hê jî di destê DAIŞ’ê de hejmarek zêde ya jin û zarokên êzidî hene û aqûbeta wan nayê zanîn. Di îfadeyên endamên DAIŞ’ê û lêpirsînên hatin birêvebirin de derketibûn holê ku gelek jin û zarok di malên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê de tên ragirtin. DAIŞ’ê xwestibû bi ser Tirkiyeyê re jin û zarokan birevîne welatên cuda. 
 
ÇÎROKA ASYAYA 14 SALÎ KU DAIŞ’Ê EW DESTESER KIRIYE
 
Dema ku DAIŞ’ê hewl da Şengalê dagir bike, Asya hê 14 salî bû. Ew tenê yek ji wan jin û zarokên êzidî ku ye di destê DAIŞ’ê de bû. Asya niha 24 salî ye. Piştî ku DAIŞ du birayên wê qetil dike, tê desteser kirin. Ewilî wê dibin Sûriyeyê û di heman salê de bi endamek DAIŞ’ê re bi darê zorê tê zewicandin. Asya di vê demê de bi awayek sîstematîk bi tecawizê re rû bi rû tê hiştin. Asya di 15 saliya xwe de diwelide. Cara duyemîn jî di sala 2019’an de diwelide. Ew endamê DAIŞ’ê ku bi darê zorê li gel Asyayê hatibû zewicandin sala 2021’an di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya têkibirina DAIŞ’ê de hat kuştin. Paşê Asya bi darê zorê li gel jinên DAIŞ’î derbasî Tirkiyeyê dikin. Li Rihayê tê bicihkirin û bi nasnameyek din dijî. Asya û du zarokên xwe li malek li navçeya Eyyubiyeya Rihayê tev DAIŞ’an bi darê zorê hat ragirtin. 
 
Dema Asya tînin Rihayê ew bi awayekî xwe digihîne bavê xwe yê li Avusturalyayê dijî. Lê belê ji ber sedemên bêderfetiyê bi bavê xwe re danûstandinek birêkûpêk nayîne. Îsal havînê statûya parastina demkî ya Asyayê hat betalkirin û wê û her du zarokên wê birin Navenda Paşde Şandinê ya Rihayê. 
 
Bavê Asyayê xwe digihîne endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mustafa Vefa û bi awayî ji keça xwe haydar dibe. 
 
‘3 SAL JÎ LI TIRKIYEYÊ JI ALIYÊ DAIŞ’Ê VE DÎL HATIYE GIRTIN’     
 
Mustafa Vefa diyar kir ku Asyayê hê jî di bin travmayên giran de ye û got: “Em 3 sal berê hîn bûn ku jina êzidî û keçikên êzidî li li Eyyubiyeyê tên ragirtin. Asya di sala 2021’an de bi gelek jinan re diçe ber deriyê sînor. Ewilî di pêvajoyek lêkolînê de tên derbaskirin. Paşê jî bi navek cuda tên qeydkirin. Ji sala 2021’an heta sala 2024’an li vir dimîne. Dema ewil tê bi şiklekî xwe digihîne bavê xwe lê belê danûstandinek birêkûpêk nikarin bikin. Statûya parastina demkî ya Asyayê vê havînê tê betalkirin. Ew û her du zarokên wê dibin Navenda Paşde Şandinê ya Rihayê. Paşê li wir derfet dibîne ku telefonê veke û dîsa xwe digihîne bavê xwe. Piştre jî bavê wê xwe gihand me û em bi vî awayî daxilî pêvajoyê bûn.” 
 
‘JI BO VEGERA ŞENGALÊ PÊVAJOYEK SAXLEM HEWCE YE’ 
 
Vefa anî ziman ku Asya xwest bi bavê xwe re vegere Şengalê û got ku Asya û bavê wê kengî bixwazin dikarin ji Tirkiyeyê biçin Iraqê, lê 2 zarokên wê yên ku di encama tecawizê de çêbûne ji aliyê Iraqê ve nehatine qebûlkirin. Vefa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo Asya çûna Iraqê ti pirsgirêk nîne, lê zarok nikarin ji vê veguheztinê sûd werbigirin. Divê rewşa zarokan bê zelalkirin ji ber ku ew ne welatiyên Sûriyê ne û ne jî yên Iraqê ne. Daxwaza me ya sereke ew e ku Asya ji navenda hêwirîna demkî were derxistin û di dema ku ev prosedurek têne kirin de li cem bavê xwe bimîne. Ji ber ku em nizanin endamên DAIŞ’ê di navenda stargehê de hene yan na. Divê Asya bi lezgînî bê tedawîkirin, ji ber ku hîn jî travmayeke mezin dijî. Daxwazeke din jî ew e ku bi hikûmeta Iraqê re têkilî daynin û alîkariya mexdûran bikin. Ji bo ku wê bibin Şengalê, pêvajoyek saxlem divê bidin destpêkirin. Divê ev yek di tevahiya pêvajoyê de belav nebe. 
 
JINÊN DAIŞ’Î LI RIHAYÊ HATINE BICIHKIRIN 
 
Vefa destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wek Asyayê gelek mînakên jinên dîlgirtî ku nehatine eşkerekirin hene û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê prosedurên biqisûr tên kirin lêkolînên pêwîst nayên kirin. Ew kî ne, ji ku hatine anîn, heta kengê di bin esareta DAIŞê de mane? Rewşên bi vî rengî bi awayekî saxlem nehatine tercûmekirin. Zarok bi agahiyên ku endamên DAIŞ'ê dane li Tirkiyeyê hatine qeydkirin. Dema ew nû hatin ser sînor, ji bo gelek ji wan bi tohmeta DAIŞ'ê biryara binçavkirinê hat dayîn, lê piştî lêkolînên lezgîn, di bin parastina demkî de hatin bicihkirin û destûr hat dayîn ku li Rihayê bijîn. Di nav kesên destûra wan heye de çekdarên jin ên DAIŞê jî hene."
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN