Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re lêçûnên şer 100 qet zêdetir bûn. Girêdayî vê, sînorê birçîtiyê jî 19 qet zêdetir bû. 
 
Zêdetirî 40 sal in piraniya bûdçeya dewleta tirk ji bo şer tê bikaranîn. Bi taybet jî piştî girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî, lêçûnên şer hêj zêdetir bûn. Bi bidawîbûna pêvajoya guftûgoyê ya di navbera Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê re, para bûdçeyê ya ji bo şer jî zêdetir bû. Israra di şerê li dijî kurdan de her roj bi xwe re krîzên nû anî. Vê rewşê jî bi xwe re krîza aborî û rizîbûna civakê anî. Ji Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de hevdîtin hatibû kirin û ji wê rojê heta niha welêt di nava krîzên mezin ên aborî û civakî de ye. 
 
ERDOGAN LI XWE MIKÛR HAT
 
Îktîdar û dewletê ji bo lêçûnên şer, ji pariyê nanê gel û tenduristiya wan kêm kir. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di sibata 2019’an di mitînga Aydinê de li xwe mikûr hat ku sedema krîza aborî şer. Erdogan, li dijî rexneyên têkildarî enflasyona xurekan got; “Ma hûn dizanin ka her fîşekek bi çiqasî ye?” Bi vê bersiva xwe rola şer a di krîzê de jî îtîraf kiribû. 
 
ÎNTÎHARÊN JI BER KRÎZA ABORΠ
 
Bi xerabûna hevsengiyên aboriyê re gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); di navbera 2002-2022’yan de 5 hezar û 712 kesan ji ber pirsgirêkên aborî jiyana xwe ji dest dan. 5 meh piştî bidawîkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê re di 26’ê tebaxa 2015’an de li Kayseriyê welatiyekî got ku ji ber deynên xwe birçî ye û xwe şewitand. Welatiyê bi navê Mahmût O. di 31’ê tîrmeha 2017’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê  bi gotina “Birçî me birçî”; Îbrahîm Emektar (28) di 20’ê îlona 2018’an de li Qada Topçuyê ya navenda Rihayê bi gotina “Bêkar im, birçî me”, welatiyê bi navê R.Ç. ê 45 salî di 11’ê îlona 2019’an de li Guvenpark a Kizilay a Enqereyê bi gotina “Bêkar im, birçî me, edaletê dixwazim” û Adem Yarici jî di 7’ê sibata 2020’an de li pêşiya Walîtiya Hatayê piştî gotina “Zarokên min birçî ne, ez kar dixwazim hûn fêm dikin?” xwe şewitandin. 
 
MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN ZÊDE BÛ XIZANÎ GIRANTIR BÛ 
 
Tirkiye ev demekî dirêje krîza xurek û kirêyan dijî. Li gelek bajaran bihayê xurekan 5-6 qet zêdetir bûn û bihayê kirêyan jî hema hema ji sedî sed bihatir bûn. Dema hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin mûçeyê kêmtirîn 877 TL û sînorê birçîtiyê jî hezar û 385 TL bû. Ji wê demê heta niha her çend ku mûçeyê kêmtirîn zêde bibe jî, di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de ma. Di sala 2024’an de mûçeyê kêmtirîn 17 hezar û 2 TL hate diyarkirin. Sendîkayan jî da zanîn ku di cotmeha 2024’an de sînorê xizaniyê 77 hezar û 751 TL û sînorê birçîtiyê jî 28 hezar û 358 TL ye. Welatî nikarin xwe bigihînin xurekên bitendurist û paqij. 
 
Di sala 2015’an de Endeksa Bihayê Hilberîner (UFE) a salane sedî 5,71 û Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) jî ji sedî 8,81 bû. Li gorî daneyên sala 2023’yan jî UFE ya salane ji sedî 44,22 û TUFE jî bû ji sedî 64,77. Di sala 2015’an de kêmtirîn mûçe ku hezar û 54 TL bû, ji sedî hezar û 700 qet zêdetir bû û derket ji sedî 17 hezar û 2 TL’an. Lê belê sînorê birçîtiyê di sala 2015’an de hezar û 385 TL bû û di sala 2024’an de jî ji sedî 2 hezar û 47 qat zêdetir bû û derket 28 hezar û 358 TL’an. 
 
Di sala 2015’an de li Stenbolê kirêya maleke 100 metrekareyî derdora 2 hezar TL’an bû. Li Enqereyê jî heman metrekare derdora 800 TL’an bû. Di sala 2024’an de heqê kirêya 100 metrekareyan li Stenbolê derket dedora 23 hezar û 373 TL’an û li Enqereyê jî derket derdora 23 hezar û 373 TL’an.
 
 
* Daneyên dovîzê ji Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê hatine girtin û roja kar a dawî ya meha kanûnê esas hatiye girtin. 
 
* Salên mûçeyê kêmtirîn zem wergirtî mehên tîrmeh-kanûnê de mûçeyê kêmtirîn hatiye hesabkirin. 
 
*Di sînorên birçîtî û xizaniyê de mehên dawî yên salê esas hatine girtin û ji bo 2024’an jî meha cotmehê esas hatiye girtin. 
 
BÛDÇEYAN JI ŞER RE HATIYE VEQETANDIN QET BI QET ZÊDE BÛ 
 
Di demeke ku gel di mijara xwegihandina xurekan de zehmetî dikişand de lêçûnên şer her roj zêdetir bûn. Di lêçûnên şer de para herî mezin jî ji bo Balafirên Bêmirov (ÎHA) û û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ma. Îktîdara AKP’Ê bi sedhezaran envanterên ÎHA û SÎHA’yan stand. Yên ku ÎHA û SÎHA’yan çêdike jî zavayê Erdogan, Selçûk Bayraktar e. Ji ber vê piştgiriya dewletê û sermayeyê, bû 28’emîn dewlemendê cîhanê. Bûdçeya Wezareta Parastina Neteweyî 20,3 milyar TL bûn û ev bûdçe derket 440 milyar û 496 milyon û 960 hezar TL’an. 
 
BI MILYONAN KES DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎTIYÊ DE DIJÎN 
 
Li gorî rapora Ofîsa Piştevanya Xizaniyê ya CHP’ê ku di tîrmeha 2023’yan de parve kir; ji sedî 37,6’ê nifûsê anku 32 milyon û 152 hezar kes di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî heman raporê; ji sedî 60,4’ê raporê anku 51 milyon û 600 hezar kes jî di bin sînorê birçîtiyê de dijî. Kesên di polîtîkaya tecrîd û şer de roj bi roj bêhtir qezenc dikin jî tenê çendek navên AKP’î û sermayedarên nêzî îktîdarê ne. 
 
MA / Bêrîvan Kutlu 
 

Sernavên din

29/10/2024
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN