Li Farqînê lehî rabû 2026-02-09 11:02:50   AMED - Ji şevê din ve li Farqînê baran dibare û ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de hinek di bin avê de man û ziyanên madî çêbûn.    Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Li Taxa Selahattîn a navçeyê ji ber lehiyê çendek avahî di bin avê de man. Li ser cade û kolanên navçeyê jî gerên avê çêbûn.    Piştî agahdakirinê, komên şaredariyê çûn cihê bûyerê û ava ketibû avahiyan vala kir û rê paqij kirin. Xebatên li herêma lehiyê didomin.