Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir 2025-12-29 11:41:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê têkildarî êrişên hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê yên li dijî Elewiyan, daxuyanî da û ev êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya pergala nenavendî.    Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê têkildarî êrişên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî xwepêşandêrên li herêmên perav û naverasta Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. Yekitiyê, êrişên hêzên hikûmeta veguhêz ên li dijî xwepêşandanên aştiyane bi tundî şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo xwepêşandêran ragihand.   BAL KIŞAND SER PERGALA NENAVENDΠ   Yekitiyê, diyar kir ku mîsyona hikûmeta veguhêz ew e ku hewayên guncav ji bo avakirina pergalekê ye ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê jê razî be, ne ku pergaleke yek reng û yek teşe bi hêzê li ser her kesî ferz bike û hemû cureyên terorê bi kar bîne.   Yekitiyê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku "Çewisandinên ku hatine kirin digihêjin asta komkujiyên li dijî pêkhateyên welat mîna Elewî, Durzî, Xiristiyan, Êzidî, Kurd, Ermen û Suryan, Erebên Sunne yên sivîl, hêzên siyasî yên cuda yên bi mafên mirovan û nirxên demokrasiya sivîl bawer in."   Yekitiyê diyar kir ku redkirina nêrînên cuda wê nikaribe daxwazên rewa yên pêkhateyên Sûriyeyê ji bo jiyaneke siyasî û ewle ya durust bêdeng bike.    Yekitiya Êzidiyan, piştgriya xwe bo her kesê ku doza azadî, demokrasî, fedralîzm û nenvendîbûnê dike, nîşan da. Her wiha ji bo malbatên zarokên xwe winda kirine sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Her wiha yekitiyê banga berdana girtiyan kir.