Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan 2025-12-28 09:07:03   WAN - Hiqûqnasên ku bal kişandin ser 11'emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya wê hatine hiştin, diyar kirin ku pakêt li gorî bendewariyan nîn e û pirsîn: “Gelo ev pakêt bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e?”   Bertekên li dijî 11'emîn Pakêta Darazê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, berdewam dikin. Ev pakêt rê li ber berdana bi hezaran kesên ku ji ber gelek sûcan di girtîgehê de ne vedike, lê girtiyên siyasî nahewîne.   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê parêzer Mehmet Salîh Coşkun û endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erhan Çîftçîler, rave kirin ku pakêteke ku girtiyên siyasî nehewîne, mirov nikare behsa wekheviya înfazê bike.   Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku 11'emîn Pakêta Darazê ku bi rojan hem di komîsyonê de hem jî di Meclisê de hat nîqaşkirin, pakêteke ne li gorî bendewariyan e û ev tişt got: “Nexasim têkildarî bendewariyên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tu verastkirin tê de nîn in. Ev pakêt tenê ji çend guhertinên di qanûna parêzeriyê de û verastkirinên têkildarî biryara darazê ya hin dadgehan pêk tê ku wekî berdewamiya verastkirina Covid-19’an tê zanîn. Di verastkirina Covid-19’an de dîsa wekheviya înfazê tune bû, gelek sûc li derveyî wê hatibûn hiştin. Di vê pakêtê de jî bi heman rengî li derveyî çarçoveyê hatin hiştin.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ TAVILÊ BÊN BERDAN’   Coşkun destnîşan kir ku mayîna girtiyên nexweş ên siyasî li derveyî pakêta darazê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî kesên ku niha ji ber xebatên xwe yên siyasî di girtîgehê de ne, ji ber ku bi sûcdariya rêxistinê tên darizandin û ceza girtine, li derveyî vê verastkirinê dimînin. Nexasim di pêvajoya aştiyê ya behsa wê tê kirin de, têkildarî girtiyên nexweş ên ku li bendê ne werin berdan, tu verastkirin tune ye. Divê ev mirov tavilê werin berdan, lê mixabin di 11'emîn Pakêta Darazê de der barê wan de tu gav nehatine avêtin. Em ji vir carekî din dibêjin; di serî de girtiyên nexweş ên giran, em daxwaz dikin ku hemû kesên ji ber fikrên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne, tavilê werin berdan.”   ‘EV PAKÊT NE BERHEMA HIŞMENDIYEKÎ DEMOKRATÎK E’   Endamê OHD’ê Erhan Çîftçîler jî ev tişt got: “Gelo ev pakêt pakêteke azadîparêz e? Gelo ji bo azadiya Tirkiyeyê an jî ji bo pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê tiştekî baş e an xirab e? Divê mirov li vê binêre. Xala esasî ya ku di 11'emîn Pakêta Darazê de tê nîqaşkirin xala 27’emîn e û di vê xalê de qanûna Covid’ê hatibû verastkirin. Di pakêtê de hat gotin ku ‘di qanûna me ya sala 2023’yan de bêedaletî hebû, em ê vê verast bikin.’ Hinceta wan a giştî ev bû. Lê, gelo ev bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e? Gelo divê wiha bûya? Divê mirov li vê binêre.”   ‘EV NE REFORM E’   Çîftçîler bi bîr xist ku di hemû pakêtên ji sala 2020’an û vir ve derketine de sûcên siyasî derveyî wê hatine girtin û ji bo sûcên edlî ef hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê re dibêjin berdana bi şert lê ev ne berdana bi şert e. Ev derketina kes ji girtîgehê ye. Di girtîgehan de dora 410 hezar an jî 420 hezar girtiyên edlî hene. Ji çaran yekê wan dê derkevin derve, lê ji girtiyên siyasî tu kes dernakeve. Pêvajoyên înfazê yên girtiyên siyasî hîn bêtir hatin tundkirin, lê girtiyên edlî dê derkevin derve. Gelek siyasetmedar dê vê wekî reformekê pêşkêşî civakê bikin, lê ev ne reformê ye. Ev meseleya tevlîbûna 100 hezar sûcdaran a nav civakê ye.”   ‘TÊKILIYA PAKÊTÊ BI PÊVAJOYÊ RE TUNE YE’   Çîftçîler anî ziman ku tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev pakêt bûye sedema bêhêvîtiyeke mezin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku pêvajo xurt bibe, divê xebatên civaka demokratîk hebin. Divê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva xwe bibîne û civak li gorî vê tevbigire. Kesên ku dê zirarê bidin civaka demokratîk û pêşketina wê asteng bikin tên berdan. Ji ber vê yekê ye ku tu têkiliya vê pakêtê bi pêvajoyê re tune ye.”   MA / Lutfu Pala