Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan 2025-12-28 09:00:56   AMED - Ciwanan, di nava salê de ji qeyûman bigire heta binçavkirin û girtinan, ji tiryak heta fihûşê, ji bişaftinê heta komployê, li dijî her tiştî bûn pêşengên berxwedanê û çalakiyên herî girseyî yên salên dawî li dar xistin.   Wekheviya di perwerdeyê de, talana ekolojîk, neheqiya di darazê de, qetlên jinan, sepanên qeyûman, tiryak û fihûş di nava salê de bûn rojevên sereke yên ciwanan. Çareseriya pirsgirêka Kurd de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a hatibû destpêkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di van rojevan de cih girtin. Ciwanên ku li dijî binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxurtiyê serî netewandin, di nava salê de pêşengiya çalakiyên civakî kirin.   LI PIRSÛSÊ ÇALAKIYA GIRSEYÎ   Ciwanan, li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’yê Çileyê de li navçeya Pirsûsa Rihayê bi beşdariya hezaran kesan meş û daxuyanîyek li dar xistin. Zêdebûna qetlên jinan û êriş jî di meha yekem a salê de di rojeva ciwanan de bûn. Rêxistinên ciwanan di 7’ê Çileyê de li Kolana Sakaryayê hatin cem hev û heta Şaredariya Çankayayê meşiyan. Di meşê de peyama “Dê hesabê Rojîn, Zeren û Gulistanê bê pirsîn” dan.   PROTESTOYÊN QEYÛMAN   Li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi pêşengiya ciwanan li Wanê û li gelek bajaran bi rojan çalakî hatin kirin. Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî, ciwanan pêşengiya çalakiyên ku dest pê kiribûn, kirin. Li Stenbol, Enqereyê û li gelek bajaran ciwan bi hefteyan li qadan bûn. Bi sedan ciwan hatin girtin û di êrişan de birîndar bûn. Tevî tundiya polîsan jî çalakiyên protesto demeke dirêj berdewam kirin.   NEWROZ   Agirê yekem ê Newroza 2025’an ji aliyê ciwanan ve hate pêxistin. Di 2’yê Adarê de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiya Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate dadan. Heta Newroza Amedê ya 21’ê Adarê, li gelek bajarên Kurdistanê ciwan li dora agirê Newrozê civiyan.   MEŞA MEZIN A AMARAYÊ   Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi munasebeta rojbûna 76’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve meşek li dar xist. Meşa ku bi daxuyanîya li Meydana Şêx Seîd dest pê kir, li navçeyên Sêwereg û Curnê Reş ên Rihayê ku di têkoşîna azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng in, her ku çû girseyî bû û gihîşt qada mihrîcanê ya li Xelfetiyê. Di mihrîcanê de peyama ku Abdullah Ocalan şandibû hate xwendin.   Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Meha Nîsanê ji bo min ronesans e, ji nû ve jidayikbûn e. Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşa ber bi azadiyê ve watedar e. Ez biçim ku derê, ez xwe birêxistin dikim. Dema ez diçûm dibistanê, koma min a ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakîbûn bi vî rengî pêk tê. Ez ji zarokatiya xwe ve vê yekê dikim. Sosyalîzm tê wateya civakê, civakparêziyê. Sosyalîstbûn jî civakîbûn e. Li Kurdistanê jî divê bi vê hişmendiyê ve siyaset bê kirin. Navê vê dibe siyaseta civakparêz û sosyalîst. Ev jî bi rêxistinbûnê dibe. Rêxistinbûn xebata herî girîng e. Heke hûn nekaribin bikin, ez ê rexneyên giran bikim. Ji ber vê divê hûn li her derê birêxistin bibin û her derê birêxistin bikin. Ez piştgiriyê didim xebatên we û silavên xwe dişînim.”   KAMPANYAYA 'JIYANA SOSYALÎST'   Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 25’ê Nîsanê de bi dirûşma “Em di Jiyana Sosyalîst de bi israr in, bi Rêbertiya Azad re bi Rêxistin dibin” kampanyaya nû ragihand.   Herwiha di meha Nîsanê de çalakiyên li dijî tiryak û fihûşê dest pê kirin. Ciwanan li gelek bajarên Kurdistanê li dijî tiryak û fihûşê xebatên hestiyariyê bi rêve birin.   TÊKOŞÎNA ZIMAN   Di pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de jî ciwanan pêşengî kir. Di çalakiyan de banga naskirina statuya zimanê Kurdî hate kirin.   KRÎZA ABORÎ Û EKOLOJIYÊ   Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di konferansa ku di 15’ê Hezîranê de li dar xist de, li dijî krîza aborî û talana ekolojîk banga “têkoşîna hevpar” kir. Di konferansê de peyama “Em dibînin ku li dijî krîza aborî û ekolojîk têkoşîna hevpar çiqas girîng e” hate dayîn.   Rêxistinên xwendekaran, li dijî kurbûna krîza aboryê, îsal jî çalakiyên xwe domandin. Xwendekaran bal kişandin ser zehmetiyên di warê wargeh û debarê de û banga “pergaleke perwerdeya demokratîk” kirin.   33 RÊWIYÊN XEYALAN NEHATIN JIBÎRKIRIN   Ciwanan di 5’ê Tîrmehê de li Riha û Edeneyê “Atolyeyên Civaka Demokratîk a bi Ciwanên Pêşeng” li dar xistin. Dîsa ji bo 33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Di meşa girseyî ya ciwanan de li dijî komkujiyan  bertek hatin nîşandayîn.   Ciwanên ku di 14’ê Tebaxê de li Wanê di şahiya bi dirûşma “Em aştiyê û civaka demokratîk ava dikin” de hatin cem hev, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriyan. Di heman rojê de bi beşdariya bi hezaran meşek hate lidarxistin. Der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Ocalan de peyam hatin dayîn.   KOMPLO HATE PROTESTOKIRIN   Salvegera 9’ê Cotmehê ku starta komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatibû dayîn, li gelek bajaran hate protestokirin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş û daxuyanî hatin dayin û aadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.   ÇALAKIYÊN JI BO ROJÎN KABAÎŞÊ   Ciwan ji bo dîtina faîlên Rojîn Kabaîş a ku piştî li Wanê winda bûbû bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da, di nava salê de her dem li ser piyan bûn. Li zanîngeha ku Rojîn Kabaîş lê winda bûbû, bi rojan çalakî û bername hatin lidarxistin. Gelek ciwan di van çalakiyan de ji aliyê polîsan ve tundî li wan hat kirin.   MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ   44’emîn salvegera Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) ku bi destê darbekarên 12’yê Îlonê ji bo kontrolkirina zanîngehan hatibû avakirin, di gelek zanîngehan de bi çalakiyan hate protestokirin. Di daxuyanîyan de banga “Mafê me yê perwerdeya wekhev, bêpere, zanistî û bi zimanê dayikê nayê naskirin. Zanîngeh ne li gorî daxwazên xwendekaran, li gorî daxwazên sermayeyê tên birêvebirin” hate kirin.   LI DIJÎ MESEM’AN BERTEK HATIN NÎŞANDAN   Yek ji mijarên ku rêxistinên ciwanan îsal bertek nîşan dan Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) bûn. Banga girtina MESEM’an hate kirin ku tê de gelek zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane.   MA / Fethî Balaman