Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin 2025-12-26 15:39:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Êriş û heqaretên ku komekî nîjadperest ên alîgirên Bursaspor li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana dan destpêkirin, bi komên nîjadperest ên alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê domand. Li gelek bajaran jinan li dijî êrişên zayendperest û heqaretên li Leyla Zana serlêdana sûc kirin.   Tevgerên jinan ên li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî êriş û heqaretên ku komekî nîjadperest ên alîgirên Bursasporê li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê dabû destpêkirin û bi komên nîjadperest ên alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê hatibûn domandin, serlêdana sûc kirin.   RIHA   Platforma Jinan a Rihayê, beriya serlêdana sûc bi beşdariya pêkhateyên xwe ve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî êrişên zayendperest û nîjadperest ên li hemberî Leyla Zanayê ne” hat hilgiritn û daxuyaniya ji aliyê endama platformê Dîcle Aksu ve hat xwendin. Dicle Aksu di daxuyaniyê de ev tişt got: “Em dizanin ku ev êrişên ku di dema pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku bûye sembolek polîtîk, hatine destpêkirin bi plan in. Ev êrişên ku li dijî Leyla Zana ya ku siyaseta Kurd temsîl dike, hewldana aştiyê dikin armanc. Herwiha ev êrişên sistematik bi awayeke rastarast nasnameya jinê dike hedef. Ev yek jî bi awayekî sistematik û tundiya mêr a li dijî jinê û zayendperestî tê kirin. Bi vî rengî bi deh hezaran mêr, li têkoşîna jina Kurd heqaret kirin.”     Daxuyanî bi dirûşma “Leyla Zana ne bi tenê ye” bi dawî bû. Piştre jinan ji bo serlêdana sûc daxwaznameyên xwe radestî parêzerên Baroya Rihayê kirin.    ÎZMÎR   Înisîyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ev serlana sûc e. Em li dijî êrişên nîjadeprest ên li hemeberî Leyla Zanayê ne” hat hilgiritn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî yekitiya jinan” hatin berzkirin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Înisîyatîfê Kadriye Tutarê ve hat xwendin. Kadriye Tutarê diyar kir ku ev êriş di şexsê Leyla Zanayê de li têkoşîna jina Kurd hatiye kirin û ev tişt got: “Em ne tenê êrişan herwiha helwesta TFF’ê jî li dijî van êrişên cidî qebûl nakin. Em li hinda Leyla Zanayê ne û em radigîhînin ku em ê li dijî tundî û heqareta li jinan têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê jinan serlêdanên sûc kirin.   ENQERE    Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye, li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî", "Bedena jinê ne qada şer e”, “Leyla Zana bi tenê nîne”, “Gozde Şeker bi tenê nîne” û “Bijî yekitiya jinan” hatin berzkirin. Endama înîsiyatîfê Leman Kîrazê da zanîn ku di serlêdana wan a sûc de îmzeya 116 rêxistinên jin û LGBTÎ’yan heye. Leman Kîrazê got ku êrişên li dijî Zanayê, lîderên partiyên nîjadperest jî di nav de ji hêla komekê ve bi parvekirinên marqeyeke gazozê ya ku Bursaspor sponsoriya wê dike tê domandin.    Leman Kîrazê bi bîr xist ku TFF’ê ji ber çêr û heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin tenê 16 hezar TL cezayê pereyan biriye û got: “Heqaret sûc e. Biçûkxistina gelekî ya bi rêya êrişa ser beden û nasnameya jinekê sûc e. Nefret û cihêkarî sûc e. Divê kesên ev sûc kirine tavilê bên tespîtkirin û ji bo ev sûc careke din neyê dubarekirin, cezayên giran li van kuluban bên birîn. Divê hem kulub hem jî TFF, Wezareta Ciwan û Werzîşê vê mijarê bi awayekî cidî bixe rojeva xwe.”    Leman Kîrazê got ku di şexsê Leyla Zanayê de heqaret li gelekî tê xwarin. Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, jin derbasî edliyeyê bûn û der heqê berpirsyaran de serlêdana sûc kir.    WAN   Platforma Jinan a Wanê û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî li Baroya Wanê daxuyanî dan. Daxuyanî, bi dirûşma "Em naxwazin êrişên zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê weke amûra sorkirina şer bê bikaranîn" hat dayin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslan di daxuyaniyê de axivî û got ku ew kesên li pişt van êrişan baş nas dikin.    Meryema Aslanê xwest berpirsyarên van êrişan bên tespîtkirin û got ew der heqê van êrişan de serlêdana sûc dikin. Meryema Aslanê got ku ew bi Leyla Zanayê re ne û dê têkoşîna xwe bidomînin.     Piştî daxuyaniyê, jin çûn edliyeyê û serlêdana sûc kir.