Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin 2025-12-23 16:27:01   EDENE – Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, li navçeya Seyhanê komele vekirin.    Li navçeya Seyhan a Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin.Di merasîma vekirinê de rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek Dayikên Aştiyê amade bûn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiye Bayarê, beriya vekirinê axivî û hêviya xwe anî ziman ku komeleya nû hatiye damezrandin dê beşdarî aştiyê bibe. Suphiye Bayarê destnîşan kir ku ew dixwazin komele biratiya di navbera Tirk û Kurdan de xurt bike û diyar kir ku ew naxwazin ku tu tabût bikevin tu malan. Suphiye Bayarê anî ziman ku ew windakirina jiyana ciwanên Kurd an jî leşker û polîsan qebûl nakin û hêvî kir ku xebata komîsyonê lezê bigire û girtiyên siyasî serbest werin berdan.   Piştî axaftinê, dayikan bi çepik û tilîliyan şîrîta vekirinê birîn.