ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-23 09:00:15   * Tenduristkaran bal kişand ser bazarkirina pergala tenduristiyê ya heyî û îşaret bi modela komunî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin: "Di demeke wiha de ku tiba kapîtalîst laşên me kontrol dike, komun wekî barîkatekê ye ku vê kontrolê bişikîne."   * Şanoya Gimgimê bi lîstika xwe ya "Civîna Dêûbavan" mijara asîmîlasyonê li dibistanan anî ser dikê.   * Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan mijareke girîng e ku dê rasterast bandorê li pêvajoyê bike û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga "Hêvî û Azadi"yê kir ku bi vê armancê dê li Amedê were lidarxistin.   * Hevşaredarek Şaredariya Qamîşloyê Suryanî û yek jî Kurd e. Hemû biryar li gorî komun û meclisan tên girtin. Her çend kapasîteya binesazî û avahîsaziyê ji bo pêkanîna pêdiviyên nifûsê têrê nake jî, avahiyeke rêxistinkirî heye ku birînên xwe derman kiriye û tevî ambargoya giran jî li ser pêyan e.    * Dermankirina rojnemavena Huseyîn Aykol didome.   * Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê, dê Hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Yilmaz T»nç û Serokê Meclisê Numan Kûrtûlmûş re bike. (10.30-12.30) ZINDÎ