Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar 2025-12-20 10:00:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Spanyayê, xweseriya şaredariyan bi destûra bingehîn hatiye garantîkirin. Herêmên xweser xwedî parlemento, meclis, hikûmet, pergala dadwerî, polîs, ziman, pergala perwerdehiyê û pergala bacê ne. Polîtîkayên ku wekheviya zayendî û demokrasiya beşdar pêş dixin, esas tên girtin.    Spanya ji 19 yekîneyên îdarî pêk tê ku 17 civakên xweser û 2 bajarên xweser di nav de ne. Ew modela "Dewleta Civakên Xweser" a ku di Destûra Bingehîn a 1978'an de hatiye destnîşankirin dipejirîne. Ev destûr hebûna netewe û herêmên cuda nas dike û dawî li avaniya unîter û navendîparêz a dewletê tîne. Ew mafê hemû herêman garantî dike ku xweser bin û mîrata xwe ya dîrokî û çandî biparêzin. Dewleta navendî yekîtiya neteweyî diparêze, lê ligel vê civak nasnameyên xwe bi rê ve dibin. Herêmên xweser xwedî parlemento, meclis, hikûmet, pergala dadwerî, polîs, ziman, pergala perwerdehiyê û pergala bacê ne.   KARBIDESTIYÊN HERÊMÊN XWESER   Karbidestiyên herêmên xweser rêxistinkirina saziyên xwe yên xwerêveberiyê û guhertina sînorên şaredariyan di nav xaka xwe de dihewîne. Her wiha di gelek waran de karbidestiya wan heye, di nav de rêkxistina erd, bajarvanî û bicihbûn, pêşkeftina aborî, mîrateya kevnar, çiya û daristan, bender, balafirgeh, cihok û pergalên avdanê, çand û ziman, perwerde, tenduristî û xizmetên civakî.   Warên ku di bin karbidestiya herêmên xweser de nînin ev in: hemwelatîbûn, koçberî, biyanî, penaber, têkiliyên navneteweyî, parastin û hêzên çekdar, rêveberiya edaletê, bazirganî, qanûna ceza û girtîgehê, pergala diravî û karbidestiya referandûmê.   ŞAREDARÎ   Rêveberiya şaredariyan a Spanyayê bi pileya xwe ya bilind a xweseriyê, şaredarên bihêz, karbidestiya zelal û demokrasiya beşdar derdikeve pêş. Destûra Bingehîn a 1978'an xweseriya şaredariyan garantî dike; ew dibêje ku şaredarî xwedî kesayetiya hiqûqî ne û di nav karbidestiya xwe de xwediyê mal, çavkanî û qanûnên xwe ne. Ew her wiha nîşan dide ku fonksiyonên hikûmet û îdarî yên bajaran ji hêla şaredar û endamên meclisa şaredariyan ve tên kirin. Destûra bingehîn destnîşan dike ku endamên meclisa şaredariyan bi dengdanên wekhev, azad û veşartî tên hilbijartin, lê şaredar ji hêla endamên meclisa şaredariyan an niştecihan ve tên hilbijartin. Şaredarî budçeyên xwe û xweseriya xwe ya darayî werdigirin.   Li Spanyayê, şaredarî yek ji deverên herî bihêz ji bo alîgirên rejîma Franco bûn. Ev li ser bingeha Qanûna Hikûmeta Herêmî ya 1955'an bû. Ev qanûn ku ji hêla rejîmê ve hat derxistin, pozîsyona elîtên herêmî yên alîgirê rejîmê di nav şaredariyan de xurt kir. Her çend Destûra Bingehîn a 1978'an diyar kir ku şaredarî xweser in, lê derbasdariya demdirêj a Qanûna 1955'an entegrekirina şaredariyan di pêvajoya demokratîkbûnê de li Spanyayê dijwar kir.   Di encama zexta hêzên demokratîk de, di sala 1985'an de modeleke rêxistinî ya nû ji bo şaredariyan bi Qanûna Bingehîn a Hikûmeta Herêmî (Ley Reguladora de las Bases del Régimen Local-LRBRL) hat destnîşankirin. Vê qanûnê şaxa rêveberiyê û komîsyona rêveberiyê ku li dora şaredar navendî ye, xurt kir, bi vî rengî pergala serokatiyê vejand. Bi vî rengî, di navbera meclisa giştî û şaredar de rêkeftinek nû ya parvekirina karbidestiyê hat damezrandin, fonksiyonên şaxa rêveberiyê zêde kir û bi rêya pergala serokatiyê ya xurtkirî parlementerîzekirina şaredariyan pêk anî.   XALA KARBIDESTIYÊ YA EŞKERE   Qanûna Rêveberiya Herêmî, bi "Xala Karbidesta Vekirî" ya xwe, desthilatên şaredariyan bi lîsteyeke girtî ve sînordar nake. Qanûn karbidestiyê dide şaredariyan ku destwerdanê di "hemû mijarên têkildarî berjewendiyên herêmî" de bikin. Ev yek dihêle ku şaredarî polîtîkayên afirîner û karsaziyê pêş bixin.   KOMÎTEYÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   LRBRL, qanûnek navendî ye ku ji hêla hikûmeta Spanyayê ve hatiye derxistin, armanc dike ku xweseriya herêmî xurt bike û rêgeza nenavendîbûnê bi cih bîne. Li gorî vê qanûnê, rêxistina rêveberiyên herêmî wiha tê pênasekirin:   * Endamên meclisa şaredariyê dê bi dengdana wekhev, azad, rasterast û veşartî werin hilbijartin; şaredar dê ji hêla endamên meclisa şaredariyê an jî niştecihên wargehê ve were hilbijartin; ev hemû prosedur dê di çarçoveya qanûnên hilbijartinên giştî de werin meşandin.   * Hemû şaredarî dê şaredar, cîgirê şaredar û meclisa giştî hebin.   * Li wargehên ku nifûsa wan ji 5 hezarî zêdetir e, dê Komîteya Rêveberiya Herêmî were damezrandin. Endamên komîteyê dê ji şaredar û endamên meclisê yên ku ji hêla civata giştî ve hatine destnîşankirin pêk werin ku hejmara wan dê ji sêyeka yekê ji hejmara giştî ya endamên meclisê derbas nebe. Komîte dê di bicihanîna erkên şaredar de alîkariya wî bike.   * Li cihên ku nifûsa wan ji vê hejmarê kêmtir e, kiryarî dê di çarçoveya qanûnên rêxistinî yên wan de an jî bi biryarên lijneya giştî ya şaredariyê werin birêvebirin.   * Qanûnên herêmên xweser ên der barê rejîma herêmî de dê rêxistineke şaredariyê ya temamker biafirînin.   * Di şaredariyan de, meclisên giştî û konseyên vekirî xwedî karbidest in ku lijneyên bi navê Lijneya Taxan (Asamblea Vecinal) ava bikin, ku xwediyê karbidestiya kontrolkirina saziyên rêveberiyê, çavdêriya darayî û pejirandina rêzikname û fermanên organîk in.   KARBIDESTIYÊN ŞAREDARIYAN   Karbidestiyên şaredariyan di sê astan de tên çareserkirin: Destûra Bingehîn, Qanûnên Civakên Xweser (her herêmeke xweser dikare di Qanûna xwe de karbidestên zêdetir bide şaredariyan) û qanûnên navendî (Qanûna Bingehîn a Hikûmeta Herêmî ya 1985'an karbidestiyên mecbûrî û bijarte yên şaredariyan destnîşan dike). Di LRBRL'yê de, karbidestiyên şaredariyan hem wekî bijarte û hem jî wekî ferz tên destnîşankirin.   KARBIDESTIYÊN MECBÛRÎ   * Li deverên ku nifûsa wan ji 5 hezarî kêmtir e: ronahîkirina kolanan, goristan, berhevkirina çopê, dabînkirina avê, bazar.   * Li deverên ku nifûsa wan di navbera 5 hezar û 20 hezarî de ye: ronahîkirina kolanan, goristan, berhevkirina çopê, dabînkirina avê, bazar, park, pirtûkxane, tesîsên werzîşê.   * Li deverên ku nifûsa wan ji 20 hezarî zêdetir e: ronahîkirina kolanan, goristan, berhevkirina çopê, dabînkirina avê, bazar, park, pirtûkxane, tesîsên werzîşê, veguhastina giştî, parastina jîngehê, xizmetên civakî.   * Şaredariyên ku nifûsa wan ji 50 hezarî zêdetir e, xwedî desthilatdarî ne li ser van mijaran: ronahîkirina kolanan, goristan, berhevkirina çopê, dabînkirina avê, bazar, park, pirtûkxane, tesîsên werzîşê, veguhastina giştî, parastina jîngehê, xizmetên civakî, çand û tenduristiya giştî.   Ji bilî van erkên mecbûrî, ew di warên bijarte yên wekî geştiyariyê de jî xwedî karbidestî ne ku ji hêla meclisa giştî ve tên biryardan. Civakên xweser dikarin bi rêya qanûnên xwe bêtir karbidestiyê bidin şaredariyan. Lêbelê, xweseriya bingehîn a şaredariyan destûrî ye û civakên xweser nikarin vê yekê betal bikin.   Amûrên demokrasiya beşdar ev in: meclisên şêwirmendiyê yên herêmî, înîsiyatîf û referandûmên giştî û budçeya beşdar.   * Şaredariyên ku nifûsa wan ji 50 hezarî zêdetir e, xwedî desthilatdarî ne li ser van mijaran: ronahîkirina kolanan, goristan, berhevkirina çopê, dabînkirina avê, bazar, park, pirtûkxane, tesîsên werzîşê, veguhastina giştî, parastina jîngehê, xizmetên civakî, çand û tenduristiya giştî.   ‘AYUNTAMÎENTO ABİERTO’ Û TEVGERA ZALALBÛNÊ   Ji sala 2015'an vir ve, bi hatina rêveberiyên çepgir ên nû yên ku ji hêla Podemos (Barcelona en Comú, Niha Madrîd, hwd.) ve tên piştgirîkirin, zelalî, daneyên vekirî û beşdariya dîjîtal pir girîng bûne. Spanya niha di nav 3 welatên pêşîn ên Ewropayê de di endeksên zelaliya şaredariyan de cih digire.   NASNAMEYA ÇANDÎ   Li civakên xweser ên wekî Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê, şaredarî roleke pir çalak di parastina ziman, çand û nasnameya herêmî de dilîzin.   Destûra Bingehîn her wiha mekanîzmayên curbicur ji bo beşdarbûna welatiyan di xebata şaredariyê de destnîşan dike. Organên herî girîng ên ku di nav van mekanîzmayan de hatine afirandin komîteyên navçeyan (junta de distrito) an jî konseyên taxan (consejovecinales) in.   Bi taybetî, komîteyên navçeyan beşdarbûna welatiyan û danûstandina agahiyan di pêvajoya nenavendîkirina deveran de (veguhestina hin desthilat, berpirsiyarî û çavkaniyên hikûmeta navendî ji bo asta herêmî) hêsan dikin ku li bajarên mezin dest pê kir. Endamek hilbijartî yê şaredariyê wekî kesê destûrdar ê komîteyê tê tayînkirin.   KATALONYA   Şaredarî yekîneyên îdarî yên asta herî nizm li Katalonyayê pêk tînin. Her niştecihek li Katalonyayê, bêyî ku mezinahiya wê çi be (gund an bajarok), xwedî şaredariyek e. Her şaredariyek xwedî şaredar, cîgirê şaredar, endamên meclisa şaredariyê û lijneya giştî ye.   Pergala şaredariyê ya li paytext Barcelonayê wekî mînakeke nimûne tê hesibandin, di rêza çaremîn a Ewropayê de ye.   Taybetmendiyên sereke yên vê modelê demokrasiyeke ji jêr ber bi jor ve ye ku ji hêla civînên vekirî, forumên taxan û înîsiyatîfên welatiyan ve tê piştgirîkirin. Ew beşdariya civakê di pêvajoyên biryardanê de misoger dike. Armanca wê veguherîna civakî-ekolojîk, parastina beşdarbûn û domdariyê ye.   Polîtîkayên sereke, polîtîkayên bajarvaniya femînîst û wekheviya zayendî û her wiha demokrasiya beşdar in. Her wiha kartên nasnameya bajaran ên beşdar ji bo koçberan û sêwirana li ser bingeha civakê di plansaziya bajaran de vedihewîne.   BUDÇEYA FEMINÎST   Şaredariy Barcelonayê ji sala 2015'an vir ve budçeya xwe bi perspektîfeke femînîst amade dike. Ev rêbaz ku li ser pêşxistina "polîtîkayên giştî yên navendî yên wekheviya zayendî" disekine, piştrast dike ku budçe ji bo kêmkirina newekheviyên di navbera jin û mêran de hatiye çêkirin.   Budçekirin li gorî rêgezên bingehîn ên jêrîn tê kirin:   Analîzkirina bandora zayendî: Her babetê xercê tê lêkolînkirin da ku were dîtin ka bandorên wê yên cuda li ser jin û mêran hene yan na.   Kêmkirina newekheviyan: Mînak, xizmetên ku ji hêla jinan ve pir caran tên bikaranîn, wekî veguhastina giştî, lênêrîna zarokan û xizmetên pêşîlêgirtina tundûtûjiyê, tên pêşînkirin.   Beşdarî: Budçe bi hevkariya komeleyên jinan, konseyên taxan û rêxistinên femînîst tê amadekirin.   EV BUDÇE ÇAWA TÊ XEBITANDIN?   Berhevkirina daneyên zayendî: Daneyên li ser nifûsa zayendî, kar, dahat, statîstîkên tundûtûjiyê û barê lênêrînê li bajaran tên berhevkirin.   Nirxandina bandora zayendî: Ji bo her babetê budçeyê (veguhastin, tenduristî, çand, werzîş û hwd.), pirsa "Ev xerc çawa bandorê li jinan dike?" tê pirsîn.   Pêşînîkirin: Qadên ku jin lê di rewşeke nebaş de ne tên destnîşankirin. Mînak, ronahîkirina şevê, lênêrîna zarokan, tenduristiya jinan û bernameyên kar in.   Kontrola cudakariyê di budçeyê de: %100'ê budçeyê bi perspektîfa zayendî ve tê lêkolînkirin. Mînak, tesîsên werzîşê bi piranî ji hêla mêran ve tên bikar anîn?   Komxebatên budçeyê yên beşdar: Civîn bi jinan re li taxan tên lidarxistin da ku daxwazên wan werin berhevkirin (mînak, parkên ewletir).   Zelalî û rapor: 'Rapora Budçeya Zayendî' salane tê weşandin. Ew bi zelalî nîşan dide ku pere diçe ku derê û bandora wê.   BEŞDARIYA WELATIYAN   Li Barcelonayê, beşdariya welatiyan di pêvajoyên biryargirtina şaredariyê de li ser bingeha qanûnî di çarçoveya modeleke demokrasiya beşdar de ye. Civîn û referandûmên li ser bingeha taxan tên lidarxistin da ku pêvajoyên biryargirtinê demokratîk bikin.   Barselona ji 10 navçeyan û 73 taxan pêk tê. Her navçeyek xwedî konseya navçeyê ye (Consell de districte). Ev konsey, endamên meclisa şaredariyê yên hilbijartî, partiyên siyasî, komeleyên taxan, rêxistinên civaka sivîl û welatiyên takekesî pêk tîne. Welatî dikarin beşdarî rûniştinên vekirî bibin, pêşniyazan pêşkêş bikin û deng bidin.   Konseyên beşdariya welatiyan: Konseyên beşdariyê yên tematîk (tendurustî, jîngeh, çand, hwd.) li ser asta navçe û bajêr hene. Endamtî bi gelemperî bi pişkê (bi awayekî rasthatî, ji bo temsîlkirinê) tê hilbijartin.   Budçeya beşdar: Her sal beşek ji budçeya şaredariyê ji hêla welatiyan ve tê destnîşankirin.   Pêvajo wiha dixebite: Berhevkirina ramanan (platforma serhêl "decidim.barcelona"), nirxandina teknîkî, dengdana giştî (+16 salî dikarin deng bidin, bi verastkirina nasnameyê).   Platforma beşdariya dîjîtal: "decidim.barcelona" platformeke çavkaniya vekirî û zelal e ku welatî dikarin li ser pêşniyazên şaredariyê şîrove bikin, pêşniyazên nû pêşkêş bikin, beşdarî nîqaşan bibin û di anketan de deng bidin.   Meclisên taxan: Ev civînên vekirî ne li ser asta taxê. Her kes dikare beşdar bibe û biaxive. Rojev bi gelemperî ji pirsgirêkên herêmî pêk tê.   MODELA ABORÎ   Rêgezên din ên bingehîn di rêbaza şaredariyê de ev in:   Barselona ​​ku dûrketina ji geştiyariyê wekî rêbaza xwe ya bingehîn qebûl dike, armanc dike ku edaleta gerdûnî û aboriyeke herêmî pêk bîne.   Armanc dike ku veguherîneke kesk di bersiva guherîna avhewayê û zextên geştiyariyê de çêbibe. Mînak, afirandina Superblokên ku ji taxên ku trafîka otomobîlan kêm dikin pêk tên. Nexşeyeke geştiyariyê û sînorkirinên mêvanan. Modela Barselonayê ji ber van pêkanînan wekî dijî-geştiyariyê tê rexnekirin.   VEGUHASTIN Û PLANÊN BAJARÎ   Nêzîkatiya bingehîn a Barcelonayê ji bo vê pirsgirêkê vîzyonek bajarekî bê otomobîl e ku pêşîniyê dide veguhestina peyayan û giştî. Mînak, berfirehkirina rêyên tramvay û duçerxeyan.   EDALETA CIVAKÎ   Nêzîkatiya bingehîn li ser xanî, xizanî û wekheviyê disekine. Mînak, zêdekirina xanîyên civakî (zêdebûna budçeyê ji sedî 50), bernameyên bêmalîtiyê û budçekirina femînîst.   SIBÊ: Modela welatên Îskandînav   MA / Dîren Yûrtsever