ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-19 09:00:14 * Li Swîsreyê, şaredarî xwedî xweseriyeke berbiçav in. Rêgeza demokrasiya yekser bi rêya înîsiyatîfên gel, referandûm û civînên giştî yên li derve tê pejirandin. * Colemêrg ku 10 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ku erkê wan bicihanîna polîtîkayên otorîter ên desthilatdariya serdest in, li hember wêrankirina ku çêbûye, bi beşdariya yekser a gel bi rêya meclis û komunan, dest bi pêvajoyeke nû ya jinûveavakirinê kir.   * Xizmên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyan û wiha pirsîn: "Hîn jî girtiyên pîr û nexweş di girtîgehan de hene. Ji aliyekî ve hûn behsa aştiyê dikin û ji aliyê din ve ev mirov di hundir de ne. Ev çi cure aştî ye û em çawa dikarin baweriya xwe bi vê aştiyê bînin?"   * Çemên Rûbarêşîn û Sergenê ku çavkaniyên avê yên girîng ji bo Geverê ne û Çemê Zapê xwedî dikin, bi gefên projeyên HES'ê re rû bi rû ne. Her çend ji bo Rûbarêşînê biryara "ÇED erênî ye" hatibe dayîn jî, ji bo Çemê Sergenê projeyeke HES'ê hat amadekirin.   * Ji damezrînerên koma şanoya Kurdî Şanogelê Bariş Gorecek, banga piştgirîyê ji bo lîstikên Kurdî kir.   * Suleyman Deprem û Mûstafa Mamak, qala şahidiyên xwe yên Qetlîama Mereşê kirin û diyar kirin ku qetlîam bi plan û rêxistinkirî pêk hat û banga hevrûbûnê kirin.   * Welatiyên Farqînê diyar kirin ku “li cihê Rêbertî lê be em natirsin û ne bi fikar in” û banga azadiya Abdullah Ocalan kirin.   * Tedawiya Huseyîn Aykol li beşa çavdêriya awarte didome.   * Civînên budçeyê li Meclisê didomin. (11.00)   * Di çarçoveya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk de dê li navçeya Sûrê civîna gel bê lidarxistin. (12.30)   * Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgên ên ku bi SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin, bi munasebeta salvegera qetilkirina wan dê li ÇandAmedê bên bibîranîn. (19.00)