Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn 2025-12-15 10:46:16 AMED - Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di encama êrişeke bi SÎHA’yê de hatibûn qetilkirin dê bên bibîranîn.    Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema bûyerên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê ji bo bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê, di 19’ê Kanûnê de bernameya bîranînê li dar bixin. Bîranîn dê bi dirûşma “Li ser şopa Cîhan û Nazim” were lidarxistin.