Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an 2025-12-15 10:36:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di êrişa çekdarî ya li Awûstralyayê de hatin qetilkirin derket 15’an. Hat zanîn ku êriş ji hêla bavek û kurê wî ve hatiye kirin.    Duh di dema pîrozbahiyên Cejna Hanukayê ya li Plaja Bondî ya bajarê Sydney a Awûstralyayê de êrişeke çekdarî hate kirin. Hejmara kesên di êrişê de hatin qetilkirin derket 15’an. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cejn, cejnekî civaka Cihûyan e. Polîsên Awûstralyayê ragihand ku êriş ji hêla bav û kurê wî ve hatiye kirin.    Komîserê Polîsan ê NSW’ê Mal Lanyon û Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese bi hev re daxuyanî dan û ragihandin ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, tespîtkirina nasnameyan temam bûye û hewcehî bi xebateke cuda nîne.    Lanyon, da zanîn ku êriş ji hêla kesekî 50 salî û kurê wî yê 24 salî ve hatiye kirin. Lanyon, da zanîn ku ciwanê êrişkar niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û rewşa wî krîtîk e û bavê wî jî miriye. Lanyon, da zanîn ku 6 çekên birûxset a bavê 50 salî hebûn û li cihê bûyerê 6 çek hatine dîtin.    TEDAWIYA 42 KESAN DIDOME   Çavkaniyên polîsan jî gotin ku di êrişê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, 42 kes birîndar bûne û tedawiya wan didome.