Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir 2025-12-15 10:08:59   AMED - Prof. Jorge Riechmann bi peyamekê piştgirî da pêvajoyê û got: "Gavên Abdullah Ocalan û PKK'ê avêtin, li herêmê rêya aştiyê vekirin."        Piştgiriya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û gelek derdorên cuda yên ji seranserî cîhanê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Helbestvan, nivîskar, wergêrê lîteraturê Jorge Riechmann ku li Zanîngeha Xweser a Madrîdê profesorê Felsefeya Exlaqê ye, têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyamek şand. Di peyama xwe de got ku eleqeyeke wan a zêde ji bo pêvajoyê heye.    Peyama Riechmann wiha ye: “Bêguman gavên di sala 2025’an de ji hêla Abdullah Ocalan û PKK’ê ve hatine avêtin ku nûnertiya beşeke girîng a Kurdan dikin, di mijara demokratîkbûna Tirikyeyê û ji bo pêkvejiyaneke aştiyane ya li herêmê rêyên nû vekir. Em vê pêvajoyê li Spanyayê bi eleqeyeke mezin dişopînin. Dixwazim bînim ziman ku piştgiriyê didim vê hewldana wêrek. Hêvîdairm ku hikûmeta Tirk jî bi awayekî guncav bersiva vê rewşê bide. Di serdemeke ku li gelek deverên dinyayê leşkerîbûn zêde dibe de hewceye lêgerîna rêyên aştiyê hedefa me ya ewil be. Ji we re silavên xwe dişînim.”    JORGE RIECHMANN KÎ YE?   Jorge Riechmann, di 24’ê Adara 1962’yan de li Madrîd a Spanyayê ji dayik bû. Helbestvan, wergêrê lîteratûrê û li Zanîngea Xweser a Madrîdê jî profesorê Felsefeya Exlaqê ye. Di qadên wêje û felsefeyê de xebatên xwe didomîne û bi taybet jî li ser mijarên etîk, ekolojî û felsefeya siyasetê ya “kesk” disekine. Berhemên wî yên helbest, ceribandin û akademîk hatine weşandin. Her wiha li zanîngehên cuda xebitî û xebatên xwe yên akademîk domand.