Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn 2025-12-13 16:08:43   ERZIROM - Ji bo endama YJA Starê Încî Sumbul ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.    Ji bo Încî Sumbul (Sema Roza), endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de li herêma Garê ya Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li gundê Qeregîvîç ê navçeya Qereyazî ya Erziromê, şîn hat danîn. Bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û Platforma Saziyên Demokratîk bi girseyî serdana civîna sersaxiyê kirin. Di sema serdanê de dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat berzkirin.    Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP ya Erziromê Ramazan Karakaş axivî. Karakaş got ku hebûna Kurdan bi saya kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane tê naskirin.   Hevserokê MEBYA-DER a Wanê Yusuf Dundar got: "Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin. Roza şehîd keça vî gelî ye. Pêdivî ye ku em yekgirtî bin. Ji bo serketinê, divê em teqez yekgirtî bin û bi hev re tevbigerin."   Merasîma sersaxiyê bi berzkirina "Şehîd Namirin" berdewam kir.