Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin 2025-09-30 10:02:28 RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê têkildarî Lijneya Giştî ya NY’ê axivî û got: “Hêzên derve Şara ji Idlibê derxistin û li Şamê bicih kirin. Li vir gelek peywirên dabûne wî pêk anî. Xwestin Şara rewa bikin.” Lijneya Giştî ya 80’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 23-29’ê Îlonê de li New Yorkê hat lidarxistin. Lijne, bi rojeva Filistînê civiya û gelek serokên dewletan û nûnerên siyasî tev li bûn. Di demeke êrişên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî sivîlan didomin de Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara bi sîfetê “serokê dewletê” tev li civînê bû. Şara, bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kir. Bi van hevdîtin û qebûlkirinan re rêveberê HTŞ’ê ku dûvika El Qaîdeyê ye Ahmet Şara jî hate rewakirin.      Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî civîna Lijneya Giştî ya NY’ê axivî.    Salih Muslm, têkildarî qebûlkirina Şara ya weke “serokê dewletê” axivî û got ku armanca hêzên navneteweyî ew bû ku Şara rewa bikin. Bi domdarî Muslim anî ziman ku Şara ji bo peymana aştiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de kirine Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û got: “Çawa ku Erdogan rewa kiribin, xwestin heman rewabûnê bidin Şara jî. Şara, jixwe kesekî di bin emrê wan de ye. Hêzên derve, Şara ji Idlibê anîn û li Şamê bicih kirin. Gelek peywirên dane wî bicih anî.”    'HTŞ HOMOJEN NÎNE’    Bi domdarî Muslim diyar kir ku Şara di nava hewldana rewatiya navneteweyî de ye û di demeke wiha de komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Laziqiye û Siwêdayê komkujiyên li dijî sivîlan didomînin. Muslim, diyar kir ku hikûmeta demkî ya heyî ne avadaniyeke homojen e û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî komên komkujiyan dikin, girêdayî Tirkiyeyê ne. Di qirkirinên li dijî Elewiyan de jî ev kom hene. Heman kesan, li Siwêdayê zêdetirî 2 hezar sivîl qetil kirin. Çawa ku firsend dîtin di kêliyê de hewl didin wê herêmê kontrol bikin. Şara, nikare van koman kontrol bike. Hêzên Şara anîn ser rêveberiyê, ji bo xwe ji van koman xelas bike zextê dikin lê Şara dê nekare wisa bi hêsanî xwe ji wan koman rizgar bike. Ji ber ku hejmara van koman zêdetir e. Şara ji van koman ditirse lewma nekarî bi Îsraîlê re jî peymanekê bike. Heke bi rastî jî bixwaze xwe ji wan koman rizgar bike, divê xwe ji bo şerekî mezin amade bike. Şara, dê van komkujiyan ji nedîtî ve were ji ber ku şerê wî yê bi van koman re dê bibe dawiya wî.”    'JI HÊLA RÊVEBERIYA XWESER VE TIŞTEK NEGUHERÎ’    Di berdewamê de Muslim bi lêv kir ku Şara di Lijneya Giştî ya NY’ê de weke “serokê dewletê” axiviye lê vê yekê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştek neguherandiye û got: “Hêzên derve hewl didin Şara derbixin pêş. Raya giştî ya navneteweyî jî piştgiriyê didin rêveberiyeke nenavendî ya Sûriyeyê.”    'REWATÎ JI GEL TÊ GIRTIN’   Salih Muslim, bal kişand ser gotina “rewatiyê” ya Sefîrê DYA’yê yê Tirkiyeyê Tom Barrack ku beriya hevdîtina Trump û Erdogan ji bo Erdogan kiribû û got: “Rewatiya Erdogan cihê nîqaşê ye. Ya ku em dizanin, her kes rewatiya xwe ji gelê xwe, ji dewleta xwe, ji partiya xwe digire. Rewatî wiha tê bidestxistin, ev rewatiyeke asayî ye. Ji bo rewatiyeke navneteweyî jî divê NY nas bike. Heke kesek rabe û li cem serokê dewleteke cuda li rewatiyê bigere, ev tê wê wateyê ku dê tu gavên diavêje ber çavan derbas neke yan jî dê mecbûr nebe hesab bike. Weke şexs, krediyek dan Erdogan. Rewatiya Trump behsa wê dike ev e; ‘çi bike em li pişt wî ne.’ Ev rewatî jî tenê bi kêrî şexsê Erdogan tê.  Tu menfeata Tirkiyeyê di vê de nîne. Rewatî ji gel tê girtin lê wisa xuya dike ku li Tirkiyeyê êdî tiştekî wiha tune ye. Li Tirkiyeyê êdî hilbijartin were kirin jî dê Erdogan di nezera DYA û NATO’yê de weke lîderek bê dîtin. Piştevaniya bi dîktatorekî re dê gelek xetere be.”    MA / Sema Bîngol