Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan 2025-08-28 09:02:05   MÊRDÎN - Li Mêrdînê di heşt mehên dawî de 23 jin bi awayekî biguman mirin û 3 jin jî hatin qetilkirin. Parêzer Seher Acayê diyar kir ku ew bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne û got: "Niha em dibînin ku li holê tu sûcdar tune ne."   Piştî mirina gumanbar a Muatter Işiktaş (65) û xwişka wê Leyla Işiktaş (60) li Mêrdînê, mirinên gumanbar ên li bajêr careke din bûn rojev. Ji Çileya 2025'an vir ve, li Mêrdînê zêdetirî 23 jin di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane û Latîfe Kaya di Çileyê de, Yildiz Çam di Adarê de û Gulten Bakan jî di Tebaxê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van mirinên gumanbar wekî xwekuştin tên hesibandin, lê mirina Muatter û Leyla Işiktaş ku ya herî dawî jiyana xwe ji dest dan, hîn ne diyar e. Ji bo diyarkirina sedema mirinê li benda otopsiyeke berfireh tê sekinandin.    Parêzer û endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Seher Acay ku kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên li bajêr nirxand, diyar kir ku wan daneyên der barê bûyeran de tomar kirine.   Seher Acayê got: "Hejmara mirinên gumanbar ên jinan di demên dawî de pir zêde bûye. Ji bilî vê bûyera dawî, di hefteyên berê de li Mêrdînê di heman rojê de sê mirinên jinan hatin ragihandin. Yek kuştin bû û du jî mirinên gumanbar bûn. Piştre di nav şeş saetan de sê mirinên gumanbar çêbûn. Tenê dema ku em li çend hefteyên dawî dinêrin, em dibînin ku em bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne."   Seher Acayê destnîşan kir ku divê bûyer ji çend nêrînan ve werin nirxandin û got ku her kuştina jinan "tekane" ye. Seher Acayê wiha domand: "Berê, dema ku kuştineke jinan çêdibû, sûcdarek hebû û em, wekî parêzeran me daxwaz dikir ku sûcdar were darizandin, lêkolîn bi bandor bê kirin li dijî polîtîkaya bêcezatiyê. Bi vê yekê, em daxwaz dikin ku bêcezatî were rakirin û cezayên astengkirinê werin sepandin. Lê niha, em dibînin ku sûcdar tune. Ev nîşan dide ku rewş hîn tirsnaktir bûye. Ango, em gelek tiştan li aliyekî dihêlin û em dibînin ku em gihîştine xalekê ku em nikarin çîrokê vebêjin, sûcdar bibînin, an nas bikin. Hin dozên bi rastî balkêş hene, wekî dozên Narin Guran û Rojin Kabaiş. Em nizanin ew çawa qewimîne û em dibînin ku sûcdar, bi awayekî, profesyonel bûne. Em bi kuştinên ku bi stratejiyeke tibvanên edlî tên kirin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku hem kuştinên jinan û hem jî prototîpa sûcdar guheriye."   Seher Acayê bal kişand ser "normalîzekirina" jinên ku tê gotin xwekuştine û destnîşan kir ku sedema van xwekuştinan û sûcdar nayên lêkolînkirin.    MA / Ahmet Kanbal