Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe 2025-08-27 12:19:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê DYA yê Taybet Steve Witkoff, ragihand ku îro dê Trumpê li Qesra Spî bi rojeva Xezeyê civînê li dar bixe.   Nûnerê Taybet ê Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Steve Witkoof, duh beşdarî bernameyekî bûbû û di bernameyê da daxuyand ku dê Serokê DYA’yê Donald Trump bi rojeva Xezeyê civînê li dar bixe û got: “Li Qesra Spî, bi serokatiya Trump civîneke me ya mezin heye û roja din em ê planake berfireh amade bikin.” Witkoff, têkildarî civînê hûrgili parve nekir.    Herwiha, hate daxuyandin ku îro dê Wezîrê Karê Derve Marco Rubio li Washingtonê bi Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar re bicive. Dê civîn, li gorî saeta Tirkiyeyê 22.15’an de bê lidarxistin.