Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-08-19 13:57:49   RIHA - Bazo Yilmaz ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera wefata xwe de li Rihayê li ser gora xwe hat bibîranîn.    Siyasetmedar Bazo Yilmaz (67) ku di 18’ê Tebaxa 2022’yan de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû, di 3’yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li gundê Goganê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hat bibîranîn. Gelek partiyi tev li bîranînê bûn û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Heta ser gora Yilmaz meş hat lidarxistin û Dayikên Aştiyê çîçek danîn ser gora Yilmaz.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û got: “Gelê Kurd tu caran nexwest li ser vê xakê xwîn birije. Lê yên dijminatiya Kurdan dikirin, komkujî, tesfiye, girtin û binçavkirin ferz kirin. Tevî vê jî em ji bo azadî, aştî û demokrasiyê dixebitin. Em li heqîqetê diğerin. Em dixwazin bi pêşengtiya birêz Ocalan aştî were Kurdistan û Rojhilata Navîn. Bazo Yilmaz, heta li girtîgehê hatî kuştin nehate berdan. Cenazeyê wî tehliye kirin. Em ê li her derê vê rastiyê bibêjin. Tevî nexweşiyên xwe jî hevalê me bi salan nehate berdan. Em ê di rêya wan de bin. Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin.”    BAZO YILMAZ KÎ YE?   Hevşaredarê Goganê yê bere Bazo Yilmaz, di 11’ê Kanûna 2016’an de bi îdiaya endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di sala 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê lê hate birin. Yilmaz, nexweşê KOAH’ê bû û di sala 2014’an de teşhîsa bêhnkurtê lê hate kirin. Di 11’ê Kanûna 2016’an de hate binçavkirin û 25 rojan di bin çavan de ma. Ji ber mercên nebaş ên di dema binçavkirinê de, nexweşiya wî veguherî KOAH’ê. Yilmaz ku nedikariya bi tene bijî, di sala 2021’ê de serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da lê ATK’ê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. Yilmaz, di 18’ê Tebaxa 2022’yan de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest da.