Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya 2025-08-11 19:45:32   MÊRDÎN - Endamên Meclisê yên DEM Partiyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi rojeva texrîbatên qeyûm civiyan.    Endamên Meclisê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayinî wê hatibû kirin, civîna xwe ya meha Tebaxê li dar xistin. Civîn li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin. Li gel endamên meclisê gelek nûnerên rêxistinên ivaka sivîl û karkerên şaredariyê tevlî civînê bûn. Meclisa Şaredariyê ku bi serokatiya Hevşaredar Devrîm Demîrê civiya, bal kişand ser 22 mal û milken şaredariyê yên ji aliyê qeyûm ve hatin firotin.    Hevşaredar Devrîm Demîrê diyar kir ku qeyûm çavkaniyên şaredariyê talan kiriye û çavkaniyên şaredariyê dane şaredariyên AKP'î. Hevşaredar Devrîm Demîrê bilêv kir ku tevî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêkanînên qeyûm didomin û got ku ew ê li dijî vê talanê bitêkoşin.    Paşê endamên meclisê yek bi yek axivîn û bal kişandin ser nelêritiyên qeyüm.    Meclisê biryar girt ku dê di rojên pêş de li dijî polîtîkayên qeyûm daxuyaniyekê bide.