'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in' 2025-08-05 11:36:26   AGIRÎ - Hevserokê ÎHD'a Agiriyê Azad Akbûlût têkildarî komîsyona ku li meclisê hat avakirin axivî û diyar kir ku divê li dijî binpêkirinan reformên binesazî bên çêkirin.    Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclisê bi tevlêbûna partiyan komîsyona ku ji 51 kesan pêk tê hat avakirin. Hevserokê ÎHD’a Agiriyê Azad Akbûlût balkişand ser girîngiya komîsyonê û got, “Di komîsyonê de endamên desthilata siyasî, endamên muxalefetê û nûnerên Kurdan cih digirin. Meclis îradeya gel temsîl dike û di mecliseke wiha de avakirina komîsyoneke gelek partiyan watedar e.”   ‘REFORMÊN BINESAZÎ PÊWÎST IN’    Akbûlût da zanîn ku komîsyona ku dikare têkildarî gorên komî, kuştinên kiryar nediyar, koçberiya bi darê zorê, şewitandtina gundan, sirgûn, binçavkirin û girtin, mafê hilbijartinê raporan amade bikin û pêşnûmeyên qanûnan peşkeş bikin. Akbûlût anî ziman ku divê komîsyon tenê bi mijara çekdanînê û derxistina qanûnên têkildarî kesên çek berdane ve sînordar nemîne û pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî yên berfireh hene.    Akbûlût bilêv kir ku ne pêkane avakirina aştiya mayînde bi tenê weke bidawîbûna têkoşîna çekdarî bê pênasekirin û wiha axivî: "Bidawîbûna têkoşîna çekdarî pêwîstiyek e û rewşa aştiyeke neyînî nîşan dide, lê têrê nake. Ji bo pêkhatina aştiya mayînde û ji bo civakbûyîna pirsgirêkê bê ewlekirin, pêwîstî bi avakirina dewleteke aştiyeke erênî heye. Bi vê yekê re tê xwestin ku sedemên bingehîn ên binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên ku bûne sedema pevçûnê bên tespîtkirin, behsa maf û daxwazên mexdûran ên ji bo naskirina rastiyan, tevlîkirina mekanîzmayên dadê yên demkî yên ku şifaya civakî di encama demên pevçûnê de hêsan dike, rûbirûbûna bi paşerojê re, dayîna tazmînatê û pêkanîna reformên binyadî ji bo pêşî li dubarebûna binpêkirinên mafên mirovan ên giran bigire. Bi navbeynkirina van rewşan bi giştî, wê karibe qala avakirina aştiya mayînde û jiyana bi hev re bê kirin."   Akbûlût destnîşan kir ku sererastkirinên qanûnî pir girîng in û ji bo aştiya civakî pêwîstî bi komîsyona lihevkirin û heqîqetê heye.     MA / Omer Akin