SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir 2025-08-03 14:38:15   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR ragihand ku ji meha Adarê heta dawiya meha Tîrmehê li Sûriyeyê di encama êrîşan de herî kêm 3 hezar û 278 sîvîl hatin kuştin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bûyerên li Perava Sûriyeyê û Siwêdayê jî di nav de di 5 mehan de li Sûriye kuştina 3 hezar û 278 kesan belge kiriye. Ev serjimariya navendê ji destpêka adara sala 2025’an û heta dawiya meha tîrmehê digre nava xwe.   Li gorî serjimariya SOHR’ê, hejmara zêde ya kuştiyan li herêma Perava Sûriyeyê û bi taybet li  Laziqiyê, Tertûs, her wiha Humis û Hemayê pêk hatine. Gelek ji bûyerên kuştinê, îdama meydanî bûn. Gelek bûyerên kuştin û revandina jin û zarokan jî hatine hatine belgekirin.   Li gorî serjimariyê ji komkujiya li Perava Sûriyê û heta bûyerên Siwêda ya li dijî Durziyan hejmara kuştiyan gihiştiye 3 hezar û 278’an. Ji wan 46 zarok û 98 jin hemû li Peravê, Humis, Hema û Siwêdayê pêk hatin.