Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike! 2025-08-03 10:30:22 MÊRDÎN - Ava sergo ya ji tesîsa dawerîna sergoyên hişk ên li Qoserê ye, dibe sedema bêhna nebaş û qirêjiyê. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan diyar kirin ku erdên çandiniyê zirar dîtine.  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat îdîakirin ku Santrala Dawerîna Avê ya Bakur û Başûr Hilberîna Bîogasê di sala 2012'an de bi desteka Yekitiya Ewropa (YE), hat çêkirin, naxebite. Ava qirêj a ji ber nexebitandina tesîsê ku bi Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ve girêdayî ye, bêyî bê dermankirin ber bi Çemê Zergan ve tê avêtin. Çemê ku di 30 gundan re derbas dibe û heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj dibe, ji ber qirêjbûna ava bermahiyan di hawîrdorê de dibe sedema bêhna gemar. Erdên çandiniyê yên li derdorê jî ji ber ava gemarî di bin rîskê de ne. Şêniyên taxê diyar kirin ku wan ti encam ji giliyên xwe wernegirtine. Li aliyê din rayedarên tesîsê îdîa kirin ku "Ava tê dermankirin ji bo erdên çandiniyê weke ava avdanê tê peydakirin."   DIXWAZIN GUNDÊ XWE TERK BIKIN   Çemê Zerganê li gundê Demîrler re derbas dibe û niştecihê gund Beşîr Bozdemîr ziman ku ji ber bêhna nexweş ew nikarin li malên xwe bimînin û nikarin derî û paceyên xwe vekin û wiha got: "Ji ber germê em nikarin li malan bimînin û ji ber bêhnê em nikarin derkevin derve. Weke ku hûn jî fêm dikin, jiyana li vir zehmet e. Ne pêkane ku mirov li dora vê herikînê bijîn. Çemekî bi nav û deng bû. Dora wê bi daran hatibû girtin û bi keska şewq bû. Îro tesîsa ku tê gotin tedawî dibe anîn û bermahî diherikin. Dema cara yekem hat avakirin ava paqij herikî. Lê îro tu fêdeyê nade. Carekê, mirov dihatin li dora Çemê Zergan ê seyran dikirin, lê niha em di rewşeke welê de ne ku gundê xwe biterikînin. Divê çareseriyekê bibînin. Ji ber vê bêhnê em nikarin biçin zeviyên xwe jî. Divê em her tim destê xwe li ser pozên xwe bigirin an jî maskeyan li xwe bikin. Bi vê rewşê re mizgeft tên û germahî zêde dibe. Ev jî dibe sedema nexweşiyan."   'EM NIKARIN DERKEVIN DERVE'   Yek ji şêniyên gundê Quldûmanê Etîbe Zamûr diyar kir ku ew di çêkirina tesîsa tedawiyê de dixebite û dema pêşî li tesîsê vebû av paqij bû û wiha got: "Piştî demekê êdî nedixebitî. Çawa ku ava kanalîzasyonê dikeve hundirê tesîsê, bi heman rengî berdide nava çem. Makîne naxebitin. Em ji kerema xwe ji kê berpirs bixwazin ku li vê binêre û pirsgirêkê çareser bike, çi dibe bila bibe. Hin cotkar difikirin ku ev av semad e. Lê belê hemû nexweşiya kîmyewî û belavbûnê ye. Îro heta 6 saetan elektrîka me birîn; Em dixwazin derkevin derve, lê ji ber bêhnê em nikarin. Û em nikarin di hundir da jî bimînin ji ber ku elektrîk tune ye. Em dixwazin der barê çima nayê emeliyatkirin de lêpirsîn bê vekirin."   Ji şêniyên gundê Quldûmanê Tacettîn Halefoglû jî wiha axivî: "Çopên li vê tesîsê hatine komkirin yekser bi ser me de dibarînin. Em pîr bûne, lê bila êdî zarokên me tehemûlî vê yekê neke. Desthilatdaran ev tesîs ji bo çi ava kirine bila li gorî wê bi kar bînin. Divê ev tesîs bixebite. Ev tesîs ji bo başiya gel hatiye çêkirin. Bi hinceta ku xisarê dike nayê emeliyatkirin. Di dawiyê de, ev tesîs ji bo berjewendiyê nehat çêkirin. Ji bo berjewendiya gel hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ez bang li rayedaran dikim; divê di zûtirîn demê de çareseriyekê bibînin."   MA / Ahmet Kanbal