Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê 2025-07-26 09:29:17 QERS - Li Qersê ku çavkaniyên sereke yên debarê çandinî û sewalvanî ye, amadekariyên zivistanê didomin. Welatî ji aliyakî ve kilamên xwe dibêjin ji aliyê din ve jş bi tirpanê giha berhev dikin.    Li gorî daneyên sala 2024'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK), li Qersê milyon û 262 hezar pez û dewar hene. Li Qersê ku welatî debara xwe bi sewwalvaniyê dikin û zivistanên wê dijwar in, ji niha ve dest bi dirûtina giya kirine.    Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Bajêr a Qersê; li bajêr 30 hezar û 575 dekar ceh tê çandin, milyon û 30 hezar û 575 dekar erd xirpûk tê çandin, 649 hezar û 732 fîx, 633 hezar û 542 dekar genim û 125 hezar û 241 dekar jî giha tê çandin.   Di mehên havînê de, heywan li zozanan bi giyayan tên xwedîkirin û zivistanan jî li axuran tên xwedîkirin. Ji bo 800 mih zivistanê bên xwedîkirin divê nêzî 3 balye giha, 20 ton ka û 10 tin jî genim hebe. Ji ber vê welatî di havînê de hem heywanên xwe diçêrînin hem jî amadekariyên zivistanê dikin. Welatiyên ku giyayên li nav erdên xwe berhev dikin, di ber re jî êm û kayê dikirin.    7 MEHAN DI AXURAN DE XWEDÎ DIKIN   Li gundê Kêrsê yê Qaxizmana Qersê welatî ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin.   Kemal Yilmaz (47) diyar kir ku ew ji ber ku 15 dewarên wî hene giya berhev dike û ji saet 7:00'ê sibê heta saet 18:00'ê êvarê giyayê didirû. Yilmaz destnîşan kir ku ji ber ku herêma ku lê ne dixebite geliyek e, divê bi tirpanê bixebite û got: "Em giyayê ku em didirûn kom dikiin. Em koman bi têlan girêdidin û bi traktorekê dibin deştê. Li wir, em wan dikin balye û dibin cihê ku em ê di zivistanê de bidin heywanan. Em heft mehên salê dewar û pezên xwe di axur de xwedî dikin."    Kasim Altûnê 73 salî jî ji aliyekî ve bi tirpanê giya didirû ji aliyê din ve jî kilaman dibêje. Altûn anî ziman ku dirûtina giya karekî zehmet e û got ku ew rojê 20 balye giya didirû. Altûn anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve vî karî dike.    Welatiyan bal kişand ser bihabûnê jî û gotin ku mesrefa erdekî 200 dekarî 25 hezar TL ye. Welatiyan bilêv kir ku ji bo kêmkirina lêçûnan divê gav bên avêtin û piştgiriya cotkaran bê kirin.    MA / Omer Akin