ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-20 09:00:26   * Mehmet Ozkan, bavê Ûgûr Ozkan ku dema hewl dida pêlîstokan ji bo zarokên li Kobanê pêlîstokan bibe di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, got: "Min nikarîbû navê kurê xwe bikim Hogir. Min dixwest ku dema ku mezin bibe ew biguherîne. Lê nebû. Çûna wan a ber bi Kobanê ve, tevgereke mirovî bû."    * Gulay Kakiz ku 40 sal in li Taxa Alîpaşa a yek ji taxên pêşîn ên Amedê dijî, got ku ew çanda jiyanê ya li Sûrê bi tiştekî nade.    * Cîgirê Serokê Komeleya Şêx Seîd Ramazan Ari, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navînê û diyar kir ku Tirkiye neçar e bi kurdan re aştiyê bike û xwest ku polîtîkayên 100 salî yên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên ku bi Şêx Seîd û hevalên wî dest pê kirine, bi dawî bibin.     * Dê ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bîranîn bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Rihayê û Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî li Stenbolê beşdarî bîranînê bibe. (11.00- 19.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, dê beşdarî kongreya partiya xwe ya li Semsûrê bibe. (11.00)   * Dê li dijî HES'a ku tê xwestin li Geliyê Zorê yê Êlihê bê çêkirin daxuyanî bê dayîn. (14.30)