Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê 2025-07-17 13:32:42 ENQERE – Jinên girêdayî KESK’ê, diyar kirin Peymanên Kar ên Komî (TÎS) ya ne li ser esasê zayendê dixwazin û daxwazên xwe rê kirin.   Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên jin, daxwazên xew yên ji bo Peymanên Kar ên Komî (TÎS) di navenda giştî ya sendîkayê daxuyandin. Sekretera Jin a KESK’ê Done Gevher, diyar kir ku daxwaza peymanekî kar a ku pirsgirêka zayendiya civakî û newekheviya zayendî çareser dike dixwazin.    Done Gevher, ev tişt got: “Ji bo çareseriya mijarên tundiya ku li kargehan de xwe dispêre zayendê, newekheviya heqdest, divê di pêvajoya peyamana kar de jin bên temsîlkirin. Divê çarçoveya Peymanên Kar ên Komî de bê berfirehkirin û cih bidin wekheviya zayendî. ”     DAXWAZ   Done Gevherê, ev daxwaz rêz kir:     “* Divê di mewzûatê de qanûnên ku wekheviya zayendî xurt dike cih bigrin û ev qanûn bên cihbicikirin. Herwiha qanûnên têkildarî xebatê bên sererastkirin.   * Divê di wezaretan de Komîsyonên Peymanên Kar ên komî hebin û di peymanên komî de ev komîsyon jî bên temsîlkirin.   * Divê ji bo cihgirtina di nava rêveberiyan de pêşiya jinan bên vekirin.    * Divê mifredata perwerdehiyê li gorî wekheviya zayendî ji nû ve bê sazkirin, di nava hemû saziyan de perwerdehiyên li ser werkheviya zayendî bên dayîn.    * Divê polîtîkayên ku kar û barê malê (zarok, pîr, nexweş) dike berpirsiyariya jinan bên terikandin û li dijî vê hişmendiyê polîtîka bê pêşxistin.    * Divê jinên astengdar di saziyên cemawerî de ben erkdarkirin û mercên perwerdehiyê ji bo keçên astengdar bên hêsankirin.   * Divê destûra berî zayînê û piştî zayînê bên sereraskirin.   * Kargehên ku xebatkarên wan 50 kes bin, divê ji bo zarokên xebatkaran karibin bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerde bibinin zarokîstan bên vekirin.   * Divê mercên xebata ewle ji bo jinan bên avakirin û tevdîrên li dijî tundiya zayendî û xizaniyê bên girtin.   * Divê fesixkirina Hevpeymana Stenbolê, bê betalkirin û qanûna hejmar 6284'an bên cihbicikirin.   * Divê daxwazên cih gurhertinê yên jinên ku rastî tundî, destdirêjî û mobîngê bûne bêyî belge bên qebûlkirin.    * Ji bo rêzgirtina têkoşîna jinan divê roja 8’ê Adarê bi awayeke fermî bibe betlane û TÎS bê qebûlkirin.