Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin 2025-07-16 13:52:44   ENQERE –  64 rêxsitînên ku gundî û ekolojîst jî di nava wan de li dijî pêşniyarqanûna ku pêşiya kana madenê li nava zentûngehan vedike, li pêşiya Meclisê banga “Qanûna dagirkirinê rawestînin” kirin.    Li dijî pêşniyarqanûna ku dê rê bide li zeytûngehan lêgerîna madenan were kirin, 64 rêxistinên ku gundî û ekolojîst jî di nav de  ji çar aliyên Tirkiyeyê li pêşiya Derîyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Em axa xwe nadin”, “Bila Çiyayê Turkmen nebe weke Îlîçê” hatin vekirin.   Gundiya bi navê Raziya Yildirim daxuyanî da û got: “Em li Çiyayê Turkman li dijî Krom Maden Sanayi Madenciligi (CVK) têdikoşin. Darên me tên tunekirin, çiyayên me hate tunekirin. Bi jehra siyanüre ve dê axa me jehrî bikin. Ev 3 sal in em li dijî têdikoşin. Em naxwazin axa xwe bidin.”    ‘QANÛNA DAGIRKIRINÊ RAWESTÎNIN’   Nursel Çakirê ev tişt got: “Bi vê pêşniyarqanûnê ve dixwazin dahatûya zarokên me bidizin. Di nava mehekî de ev cara çaran e em tên Enqereyê. Em hatin da ku em li dijî vê xirabiya pêşniyarqanûnê rawestin. Em wel gel dev ji jiyana di axa xwe de bernadin. Em bangî hemû raya giştî dikin ku li dijî vê pêşniyarqanûnê rawestin. Qanûna dagirkirinê rawestînin.”   Gundiyên ku piştî daxuyaniyê ji bo hevdîtina parlamenteran çûn Meclisê, piştî serdana Meclisê ji bo nobedê dê berê xwe bidin Parka Cemal Sureya.